Dagirkeran avêt ser malan

Yekşem 3 Kanûn 2023 - 15:38

Hêzên polês ên dagirkeriya Tirk li Mûşê avêtin ser malan û endama Meclîsa Ciwanan a HEDEP’ê Berfîn Yekta kirin nezaretê. 

Polîsên Tirk doh danê sibehê li navenda Mûşê bi ser gelek malan de girt. Li gorî agahiyan; di encama serdegirtina malê ya li gundê Kizilagaç ê navendê de endama Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Berfîn Yekta hate binçavkirin. Li gundê Elçîlerê jî bi ser mala endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Marûf Çelîkel de hate girtin lê ji ber ku Çelîkel li malê nebû, nehat binçavkirin.

Hat ragihandin ku di dema serdegirtinên malan de derî û pencere hatine şikandin û tiştên di malê de hatine belawelakirin. Têkildarî sedema serdegirtin û binçavkirinê de ti agahî nehatin bidestxistin.

MÛŞ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.