Gunehê wê Kurdbûna wê ye

În 1 Kanûn 2023 - 18:30

GULCAN DERELÎ

Makbule Ozer 81 salî ye. Beriya niha bi salekê Saziya Tiba Edlî ya dewleta Tirk, rapor dabûyê û gotibû, bi tena serê xwe nikare li hepsê bê ragirtin. Heman saziyê piştî vê raporê bi salekê, raporeke nû hazir kir û got, “bi tena serê xwe dikare li hepsê bê ragirtin”. Dozgeriya dewletê jî mohlet da Dayê Meqbûle ya ji navçeya Artemêt a Wanê da ku heta 4´ê Kanûnê xwe teslîmî hêzên dewletê bike, da ku bibin hepsê. Heger bi xwe teslîm neke jî, dozgeriyê gef xwariye ku ew ê bi darê zorê Dayê Meqbûleyê (Makbule Ozer) bibin hepsê. Keça wê Naîme Ozer, got, “Şemiyê em diçin Izmîrê, duşemê jî em ê wê teslîmê hepsa li Izmîrê bikin.”

Dadgeheke dewleta Tirk bi îdîaya “alîkariya rêxistinê kiriye” 2 sal û mehek ceza li Dayê Meqbûle birrîbû. Dewleta Tirk ew û hevjînê wê Hadî Ozer 9´ê Gulana 2022´yan girtin. Rayedarên hepsa Wanê Îlona 2022´yan Dayê Meqbûle sewqî Saziya Tiba Edlî ya li Stenbolê (ATK) kir, ATK´yê bi hinceta tercûmanê Kurdî nîne, guh nedabû gazin, êş û nexweşiyên Dayê Meqbûle. Ew ji Wanê birin Stenbolê û ji Stenbolê dîsa vegerandin hepsa Wanê û wê nekarî bi gotinekê jî derdê xwe bibêje. Hem vê rewşê û hem jî helwêsta ATK´yê kir ku xelk gelekî aciz û nerazî bibe. Piştî van nerazîbûnan û ji ber ku gelek nexweşiyên wê yên giran hebûn, Dayê Meqbûle, 7´ê Îlona 2022´yan hatibû berdan. Lê niha piştî rapora nû ya ATK´yê, Dayê Meqbûle wê ji nû ve bikeve hepsê. 

 

Wê dayika min bikujin

Keça wê Naîme Ozer li ser helwêsta dozgeriyê û rewşê dibêje, “Dayika min pir pîr e û gelek nexweşiyên wê hene. Gotin, hûn neçin wê teslîm nekin, em ê wê bibin, teslîm bikin. Heger em wê nebin jî înfaza wê wê bişewitînin û ew ê qaçax be. Dayika min girêdayî cîhaza hilmê (Nebulîzator) ye. Li hepsê wê derfeteke wiha nebe, canê wê dixin tehlûkeyê. Tenê ji ber ku Kurd e, miroveke di vê emrî de dixine hepsê.”

 

Ji ber ku Kurd in neheqiyê dikin

Dayê Meqbûle jî ji rojnameya me re peyivî û got, “Ka gunehê min çi ye? Tenê ji ber ku ez Kurd im vê zilmê li min dikin. Ji ber ku Kurd im, min dixin hepsê. Ti sûcê min nîne. Ji ber ku ez hekîma Kurmancî me, gelo ez sûcdar im? Çima min dûrî zarok û neviyên min dikin, gelo dixwazin min bikujin?”

3 saetan êşkence kirin

Sedema mehkûmkirina Dayê Meqbûle, dermankirina endameke HDP´ê ye. Keça wê wiha behsa roja serdegirtina malê dike: “Her kes dizane ku dayika min hekîmeke Kurmancî ye. Dibêjin endameke jin a HDP´yî, ku nexweşiya zik ketiye û tînin cem dayika min. Jixwe gava ku dayika min endama HDP´ê derman dike, bi ser malê de digirin. Anonsan dikin. Jinbireke min 6 mehî û ya din jî 7 mehî ducanî bûn; zarok û zêç em hemû deverû li erdê dirêjkirin û berê sîlehan dan serê me. Li nava malê jî 3 saetan êşkence li wê jinê kirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.