Diyar e pirr êşiyane

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 16:21

  • Dewleta Tirk a ku piştî operasyona şoreşger a gerîlayên Tabura Nimiran a HPG´ê ji binî ve hejiya, bê ser û ber êrişên qirkirina siyasî dibe ser gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê. Heta niha 136 kes kirin nezaretê.

Li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir a Tirk gerîlayên Tabura Nemiran a HPG´ê 1´ê Cotmehê operasyoneke şoreşgerî ya fedaî kir. Piştî vê operasyona şoreşgerî, heta niha dewleta Tirk di êrişên xwe yên qirkirina siyasî de 136 kes kirin nezaretê. Dewleta Tirk doh 24 kesên din kirin nezaretê. Li Rihayê 20 jinên ku dewleta tirk ew kirin nezaretê, hatin berdan.

Hêzên dewleta Tirk di 2’yê Cotmehê de li Stenbol û Kirklareliyê endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di navê de 21 kes kiribûn nezaretê. Wan ev 21 kes piştî karûbarên li midûriyeta polêsan doh şandin edliyeyê. 
 

Li Rihayê 20 jin hatin berdan 

Di êrişên li 16 bajaran ên 3’yê Cotmehê de hate eşkerekirin ku hêzên dewleta Tirk 55 kes kirine nezaretê. Di operasyona navenda wê Riha de li Mêrdîn, Amed,

Dîlok, Mêrsîn, Şirnex, Stenbol, Bûrsa, Êlih, Denîzlî, Edene, Kayserî, Antalya, Konya, Isparta û Kocaeliyê hêzên dewleta Tirk gelek kes kirin nezaretê, gelek ji van kesan penaber bûn.

20 jinên ku hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li miduriyeta polêsan doh bi şev hatin berdan. Jinên ku bi “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin, derbarê “Saziya Ewlekariya Leşkerî (SEL)” ku hate îdiakirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ji wan pirs hatine pirsîn.

Hate diyarkirin ku hatiye xwestin kesên di nava vê avaniyê de cih digirin bên teşhîskirin û navnîşanên malên wan hatiye pirsîn. Hate zanîn ku 4 penaberên jin ên hatin berdan ji bo dersînor bikin birine Navenda Paşve Şandinê ya Îdareya Koçê ya Bajêr.

Hêzên dewleta Tirk di 4’ê cotmehê de li 15 bajaran 37 kes kirin nezaretê. Hate ragihandin ku li bajarên Stenbol, Wan, Riha, Duzce, Amed, Bûrsa, Edîrne, Kirklarelî, Kilîs, Îdir, Hatay, Edene, Mereş û Denîzliyê binçavkirin çêbûne. Hat ezanîn ku kesên hatine binçavkirin bi parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hatine sûcdarkirin. 

 
Doh 24 kesên din kirin nezaretê

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya doh ragihand ku di serdegirtinên malan ên li Erzirom, Dîlok, Stenbol û Şirnexê de hêzên dewleta wî 24 kes kirine nezaretê. 

Bi van êrişên qirkirina siyasî de hejmara kesên di 4 rojan de hêzên dewleta tirk ew kirine nezaretê, bû herî kêm 136.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.