Li Îdîrê dîmenên darbeya leşkerî

În 11 Cotmeh 2024 - 02:05

Bi dehan Tîmên Kirêkirî yên Tirk berê sibehê avêtin ser avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajarê Îdirê. Tîmên Kirêkirî dema girtina bi ser partiye de hemû kuçe û kolanên ku diçin ser avahiya DEM Partiyê yên Îdirê girtin. Di demeke wiha de ku Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan di mijara Kurd de behsa ‘aşti’yê dikin li Îdîrê weke ku darbeya leşkerî  çêbûbe bi dehan tîmên kirêkirî yên Tirk yên dest li çek hemû kuçe û kolanên derdora DEM Partiyê girtin û bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin û gelek rêveber û xebatkarên partiyê binçav kirin.

Lêgerîna li avahiyê bi saetan dewam kir. Tîmên kirêkirî ji bilî avahiya DEM Partiyê her wiha bi ser gelek malan de jî girtin. 

Di encama girtina bi ser avahiya DEM Partiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Mehmet Selçûk jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku serdegirtin li ser îfadeya şahidekî nepen ve hatiye kirin.

Endamên DEM Partiyê ji bo serdegirtinê şermezar bikin li ber avahiya partiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Bahar Etrecî diyar kir ku wê li hemberî girtina bi ser partiyan de bi gavekê jî paşve neavêjin û got, "Bi van girtina bi ser partî û malan de yên bi rengekî bêhiqûqî dixwazin 'Mîtînga Azadiyê' ya 13'ê Cotmehê ya li Amedê lawaz derbas bibe. Bi zextan hûn ê nikaribin me bitirsînin." Daxuyanî bi dirûşma "Zext nikarin bi me" bi dawî bû.

ANF/ÎDIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.