Çavneberiya li Kurdî Qeyûm ji Tirkî jî kir

Şemî 9 Adar 2024 - 00:20

Ji ber çavneberiya bi çavsorî ya qeyûmê Îdirê ya li bara Kurdî, kir ku Qeyûm ji Tirkî jî bibe û avahiya şaredariyê bê tabele bimîne. 

Qeyûmê Şaredariyê Îdirê weke hemû qeyûmên li şaredariyên Kurdistanê çavnebarî û dijminatiya xwe ya li bara Kurdî û Kurdatiyê bi çavsoriyekê didomînin. Herî dawî vê çavsorî û çavneberiya qeyûm a li bara Kurdî û Kurdatiyê kir ku rewşeke komîk derkeve holê. 

Qeyûmê Şaredariya Îdirê li ser tabeleya avahiya nû ya şaredariyê cih neda Kurdî, li ser vê şêniyên Îdirê helwesteke tund nîşan dan û qeyûm li bara helwesta gel ji bêgavî tabela rakir û avahiya şaredariyê bê tabela ma. 

Tabeleya bi Kurdî hate rakirin

Avahiya şaredariya bajêr a ku Ercan Tûran  qeyûmê wê ye, ji ber çêkirina avahiya nû hat valakirin. Hemû yekîneyên xizmetê yên şaredariyê derbasî avahiya nû bûn. Tabelaya "Şaredariya Îdirê" ya ku ji aliyê HDP'yiyan ve bi Kurdî û Tirkî li avahiya şaredariya kevin hatibû daliqandin, neheta daleqandin û li şûna wê tenê tabelaya bi Tirkî li avahiya nû hatin daliqandin. 

Şaredariya bê tabela

Li ser vê rewşê Kurdên ku piraniya wan li bajêr dijîn dijî vê dijminatiya bi çavsorî ya qeyûm helwest nîşan dan. Di encama bertekên wan de, qeyûm jî ji bo ku tabelayên bi Kurdî neyên daliqandin, tabelaya Tirkî ya ku li avahiya şaredariyê ya nû daleqandibû, rakir. Niha li avahiya şaredariya bajêr tu tabela ne bi Tirkî, ne jî bi Kurdî tune ye.

Nayê qebûlkirin 

Namzetê Hevşaredariyê yê Îdirê yê DEM Partiyê Mehmet Nûrî Guneş bertek nîşanî vê rewşê da û wekî kêmasiyeke mezin pênase kir. Guneş anî ziman ku ew bi nêzîkatiya şaredariya sosyalîst û pirzimanî tevdigerin. Guneş diyar kir ku dema şaredarî di bin rêveberiya wan de bû wan tabelayên bi Kurdî û Tirkî daliqandine, lê niha nayê qebûlkirin tabela bê Kurdî be. Guneş bal kişand ser daliqandina tabelayê û piştre rakirina wê û wiha got: “Ev feraseteke ku ji têgihîştina îroyîn dûr e. Eger em şaredariyê bi dest bixin, em ê tabelaya şaredariya kevn a ku niha hatiye rakirin li wir bi cih bikin."

MA/ÎDIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.