Li Stenbol û Mêrdînê terora destgîrkirinê

Şemî 24 Tebax 2024 - 00:29

Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arina hatin destgîrkirin. Li Mêrdînê jî di girtina ser malan de 7 kes hatin destgîkirin. 

Li Stenbolê polîsên Tirk  bi ser gelek malan de girt. Di girtina bi ser malan de Hevserokên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arîna jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 

Mêrdîn

Her wiha li Mêrdînê ji alî polîsên Tirk ve terora destgîrkirinê rû da. Li Li navçeya Şemrex a Mêrdînê berê sibehê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin. Di girtina bi ser malan de, leşker û polîsên Tirk herî kêm 7 kes desgîr kirin. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.  

Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Mahmût Demîr, Abdullah Demîr û Şenol Şan. Diyar bû ku 7 kesên hatine destgîrkirin bi “propagandaya rêxistinê” têne sûcdarkirin. 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.