Li Şirnexê şerê taybet

În 28 Sibat 2025 - 02:40

Jinên li Şirnexê yên bal birin ser polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên bêcezahiştinê wiha gotin:"Polîtîkaya bêcezahiştinê dibe sedema zêdekirina sûcên îstîsmarkirina zarokan, êrişa zayendî û destdirêjiya zayendî."

Çeteya fihûşê ya ku piştî 11 salan li Şirnexê derket holê, polîtîkayên şerê taybet ên dewletê li bajêr bi awayekî zelal derxistin holê. Di îdianameyê de 124 rûpel e û piştî 11 salan hat amadekirin, bi belge, qeyd û tapeyan tê vegotin ku efser, çawîşên pispor û jinên ji derve anîne fihûşeke çawa hatiye kirin. 

Li Botanê ku bi salan e dewlet polîtîkayên şerê taybet dimeşîne, dosyeyên ku ji ber destavêtinên leşker, polîs û cerdevanan hatine amadekirin, bi polîtîkaya bêcezakirinê bi derengî hatine xistin an jî bi awayekî hatin nixumandin.

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bêrîvan Kutlu û endama Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Suzan Karagol, li ser polîtîkayên şerê taybet û bêcezakirinê yên li Şirnex û navçeyên wê tên meşandin axivîn.

Divê em kolanên xwe biparêzin

Bêrîvan Kutlu da zanîn ku dewlet bi salan e li Botanê bi awayekî sîstematîk polîtîkaya şerê taybet dimeşîne û got ku dewlet bi vê yekê dixwaze encamê bigire. Bêrîvan Kutlu got: “Botan welatê mirovahiyê ye. Lewma polîtîkayeke şerê taybet a pir kûr tê meşandin. Ji ber ku Botan herêma ku herî zêde çand û nirxên xwe yên civakî zindî dihêle bi xwe ye. Dema mirov civakekê ji nirx û axa wê dûr bixe, hilweşandina wê hêsan e. Ji ber vê jî bi taybetî li Botanê polîtîkaya şerê taybet dimeşînin. Êrişên pir giran, şerên pir giran ên derûnî û fizîkî hatin kirin, lê dîsa jî gelê Botanê, jin û ciwan paşde gav neavêtin. Niha jî dixwazin bi polîtîkayên din encam bigirin. Li ser Botanê planên cidî hatin çêkirin. Piştî ku xwe gihandin nirxên me yên civakî, hewl dan bikevin hiş û dilê me. Ji ber ku di tu qirkirina fizîkî ya heta niha kirine de bi ser neketine. Em ji her êşa ku kişandiye bi hêztir xelas bûne. Ji ber vê yekê mesele ne tenê pirsgirêka partiyeke siyasî ye. Divê em hemû tax û kolanên xwe biparêzin. Divê em dest ji çand û exlaqê xwe yê civakî bernedin."

Polîtîkayên şer ji nedîtî ve tên

Bêrîvan Kutlu bi bîr xist ku polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê ji nedîtî ve tên û got: “Bi çawîşên xwe yên pispor ji derve mirov anîn û ciwanên Botanê asîmîle kirin. Armanca anîna jinên biyanî ya ji derve diyar e. Dîsa ciwanan bi tiryakê bi kar tînin. Ev meyl piştî 2010'an dest pê kir. Beriya her tiştî, efserên 'ewlekariyê' yên ku li vir tên bicihkirin bi taybetî tên hilbijartin. Di dosyayeke bi nav û deng de yek kes jî di girtîgehê de nayê girtin. Tiryak tê Şirnexê, tê firotin û vexwarin. Lê belê tu destwerdana dewletê di vê de nîne. Di xew de ne an nabînin? Yên ku vî karî dikin, tên parastin."

Polîtîkaya bêcezahiştinê

Endama Komîsyona Mafên Jinan û Zarokan a Baroya Şirnexê Sûzan Karagol jî bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê û got: "Dewleta ku berpirsyariyên xwe bi cih nayîne vê yekê vediguherîne polîtîkayekê."

 Suzan Karagol anî ziman ku bêyî girtinê darizandina kiryaran sûcê ku hatiye kirin rewa dike. Sûzan Karagolê destnîşan kir ku di encama polîtîkaya bêcezahiştinê de gelek jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin û tên qetilkirin. 

Sûzan Karagol got: "Polîtîkaya bêcezahiştinê dibe sedema zêdekirina sûcên îstîsmarkirina zarokan, êrişa zayendî û destdirêjiya zayendî."

MA / ŞIRNEX /ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.