Li Silêmanî festîvala kurtefilman

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Bi piştgiriya hikûmeta Elmanayayê, li Silêmaniyê Festîvaleke nû ya kurtefilman bi rê ve diçe.

Bi piştgiriya hikûmeta Elmanayayê, li Silêmaniyê Festîvaleke nû ya kurtefilman bi rê ve diçe. Hat zanîn ku heta niha 467 film gihiştine ber destê amadekarên festîvalê.

Li Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek hunermendên Silêmaniyê “Festîvala Kurtefilmên Aştî û Bihevrejiyanê” hat ragihandin. Li gorî komîteya amadekar a festîvalê, armanca festîvalê xurtkirina bihevrejiyana pêkhateyên Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Di merasîma ragihandina festîvalê de Rêveberê Rêxistina CDO Bextiyar Ehmed axivî û got, festîval projeyeke mezin e û wê hemû pêkhateyên Iraqê bihewîne.

Festîval ji aliyê Kompanya Mestî Film ve tê birêvebirin. Heta niha 467 kurtefilm ji bo festîvalê hatine şandin. Ji van, 80 film ji Îranê, 50 film ji Herêma Kurdistan û Iraqê, 48 film ji welatên cûda û filmên din jî ji parçên din ên Kurdistanê hatine şandin.

Rêveberê Kompanya Mestî Film, Fuad Celal jî di merasîmê de got, “Piştevaniya vê festîvalê hikûmeta Elmanyayê dike. Bi beşdariya Navenda Mîtzo, cdfj, cdo û undp tê birêvebirin. Ti destwerdaneke hikûmî yan hizbî tê de tine ye.”

Fuad Celal got, filmên ji bo festîvalê hatine şandin, ji aliyê komisyoneke taybet ve werin nirxandin û li gorî wê werin xelatkirin. Wî her wiha da zanîn ku festîval di meha Îlonê de wê destpê bike û sê rojan dewam bike. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.