- Pêr êvarê li Silêmaniyê 2 jin bi alaveke elektrîkê şewitîn, yek ji wan ji ber şewata giran, mir.
Pêr êvarê li Silêmaniyê 2 jin bi alaveke elektrîkê şewitîn, yek ji wan ji ber şewata giran, mir.
Rêveberê navenda destwerdana lezgîn a Silêmaniyê, Saman Nader ragihand ku li taxa Xebat a Silêmaniyê 2 jin ên 25 salî û 30 salî, şewitîne.
Li gorî agahiyan, her du jinan, hewl daye avê veguherînin jeneratorê, lê bi şaşî benzîn xistine jeneratorê û di encamê de agir bi jeneratorê ketiye û her du jin jî şewitîne.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê, Saman Şêx Letîf ragihand ku yek ji her du jinan doh saet 08:40’ê sibehê miriye.
SILÊMANÎ