Li Şikeftên Hîlarê ji bo 8´ê Adarê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Adar 2021 - 00:56

Konserên Dengê Qedîm ên Amîdayê bi organîzasyona Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) dewam dikin. Bi organîzasyona DTSO'yê di aliyê hunerî de Ma Muzîk van konseran li dar dixe û li ser hesabên medya civakî konser tên belavkirin. Konserên ku ji Şikeftên Hesûnê ya Farqînê Cotmaha 2020’an dest pê kirin, li Keleha Zerzevanê, navçeya Gêlê û navçeya Sûrê ya dîrokî dewam kirin. Di her konserê de hunermendên cuda û konseptên cuda hene. 

Xelk jî van Konserên Amîdayê diecibîne.  Ji ber qedîmbûn û cihên dîrokî yên Amedê ji gelek netewe, ziman, bawerî û çandan û şaristaniyan re malovaniyê kiriye, ji bo ku DTSO û Ma Muzîk balê bikişîne ser dîroka qedîm, çand û şaristaniya Amedê van konseran li dar dixin. 

Niha konsera di dorê de bi konsepteke cuda û nû ye. Stranbêj hemû jin in. Konser ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat amadekirin. Konser bi beşdariya Koma Jinan a Ma Mûzikê û sê solîstên jin ên grûba Kardeş Turkuler li Şikeftên Hîlarê yên ser bi Erxeniyê hat amadekirin. Şikeftên Hîlarê navdar in bi wê yekê ku yek ji deverên pêşî bin ku mirovan lê çandinî kiriye û niştecih bûne.  

Konser di nav van şikeftên dîrokî de hat lidarxistin û dengê stran û awazên Kurdî, Tirkî, Erebî, Ermenî, Lazî, Suryanî û Fransî olan dan. Di konserê de 13 jinên hunermend cih digirin û bi fîstanên xwe yên rengî konser xemilandin. Reng û xemla hunerê wan jî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, wê roja 7’ê Adarê bi rêya platformên dîjîtal û medya civakî saet li 20.00'an bê nîşandan.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.