Li ser şoreşdizîna li Îranê

Şiwan MERÎWAN nivîsand —

Şemî 11 Sibat 2023 - 00:33

  • Di dawiyê de rejîm wê ji aliye dînamîkên hundirîn ve were guherandin. Lê gelek girîng e ku rêxistinên gelan û hêzên çepgir ên li Îranê niqaşên demokratîk bixin navenda guftûgoyên xwe, ji bo ku rê li dubarebûna dîrokê bigirin. 

Roja 11´ê Sibata sala 1979´an rejîma şah li Îranê hilweşiya û gelên Îranê serketina xwe îlan kir. Hilweşandina rejîma şah di encama çendîn sal tekoşîna germ de pêk hat. Bi taybetî hêzên çep li Îranê bi roleke mezin rabûn di têkbirina rejîma şah de. Lê ji ber ku pêşiya xwe nedîtin, şoreşa ku bi keda wan bi pêş ketibû, ji aliye mollayan ve bi serkêşiya Xumeynî hate desteser kirin û di nava demeke kurt de hemû hatin tesfiyekirin û meydana siyasî ya Îranê ji aliye alîgirên Xumeynî ve hate tijekirin. Rast e, Xumeynî  dema li Parîsê bû rûyê xwe yê rastîn veşart  û rûçikekî demokrat û bi tolerans ji xwe nîşan da, lê di rastiyê de ji ber ku hêzên çep li Îranê xwe ji zêhniyeta navendî ya Îranî  rizgar nekiribûn û nikarinbûn şiroveyên nû li gorî taybetmendiyen civakên Îranê bi pêş bixin, nikarîn rê li ber desteserkrina şoreşa gelên Îranê bigirin.

Niha piştî 44 salan, careke din Îran li ber deriyê şoreşê û guhrandinê sekiniye û careke din ji ber ku çepgirên Îranî nikarin xwe organîze bikin û guftûgoyen li nirxên demokratîk di navenda şiroveyan de deynin, nikarin bibin bersiv û li şûna wan, rastigir behsa demokrasiyê dikin. Vê yekê xetereyeke mezin bi xwe re aniye. Dibe ku dîrok di demek kin da li Îran xwe dubare bike û carek din ew rejîma ku 44 salan beriya niha, gelên Îranê serî li ber rakiribû û ew hilweşandibû, wê vegere, bibe desthilatdar. Heger wisa bibe, rewşa kambax a niha ya civakên gelan li Îranê hê xerabtir dibe. 

 

Tenê rûyê desthilatê guherîbû 

Esas, ji ber ku li Îranê tenê rûçikê desthilatdaran guherî, Îran di vê rewşa niha de ye. Li cihê Şah, Xumeynî rûnişt. Derdora şah, cihê xwe da derdora Xumeynî, li cihê Gardê Cavîdan, Sipayê Pasdaran, li şûna dezgeha îstixbaratê Savak, Îtlaet hate birêxistinkirin. Bi vî awayî sîstema “xusrewanî” ya Îranî bi awayekî din dewam kir. Tevî ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji roja despêkê ve qet ev rejîm qebûl nekir û di referandûma ku qaşo ji bo destûra bingehîn a Îranê di roja 1´ê Nîsana 1979´an de pêk hat, dengê na bi kar anîn, lê çendîn sal pêwîst bû ji bo ku naveroka rejîmê ji bo gelên din ên li Îranê, eşkere bibe. 

Di 44 salên derbasbûyî  de karbidestên rejîma Îranê hestên dînî yên civakê bi awayekî baş ji bo desthilata xwe bi kar anîn. Bi rêya propagandaya îdeolojîk ya dînî, despêkê daxwazên jinê û gelê Kurd tepisandin û paşê berê xwe dan hêzên çep. Di dema şerê Îran û Îraqê de, hêzên din tesfiye kirin û di salên piştî şer de xeleka kesên ku weke xwedî dihatin bi nav kirin, tengtir bû. Karbidestên rejîmê şer weke nihmetê pênase kirin. Di dema şer de hemî daxwazên gel û civakê bi behaneya “Em di şer de ne” hatin serkutkirin, lê dema şer qediya û fêm kirin, nikarin bi vî awayî dewam bikin, mijara reform û reformxwaziyê weke xapandinekê xistin rojevê. 

 

Rejîm dikare bi welatên rojavayî re li hev bike 

Cara despêkê di havîna sala 1999´an de û di demekê de ku reformxwaz desthilat bûn, serhildan bi pêşengiya xwendekarên zanîngehên li Tehran û Tebrîzê li dijî rejîmê dest pê kir. Beriya xwepêşandanan, rojnameya Selam di hejmareke xwe de karên qirêj ên karbidestên Îtlaetê li wan eşkere kiribû. Piştî ku rojnameyê ev karên qirêj ên rayedarên rejîmê îfşa kiribû, hatibû girtin. Paşê di sala 2009´an de piştî hîleyên ku di hilbijartina serokkomarî de hate kirin, gel li bajarên navenda Îranê daket kolanan û li dijî rejîmê xwepêşandanên mezin çêbûn. Wê serhildanê, weke “Cunbişî Sebiz” di dîroka Îranê de cih girt. Di 10 salên derbasbûyî de êdî xwepêşandanên endamên sendîkayên cuda karekî rojane bû. Herî dawî serhildana birçiyan di payîza 2017 û 2019´an de gihîşt asta herî bilind. Ev serhildanên hanê, ji aliye karbidestên rejîma Îranê ve bi awayekî tund hatin tepisandin û hejmarek zêde ya welatiyan di dema serhildanan de şehîd bûn.

Niha rejîma Îranê 44. salvegera xwe bi tirseke mezin pêşwazî dike. Di 44. salvegera hatina ser kar de şoreşa azadiya jinê li dar e. Karbidestên rejîmê û gelên ku li Îranê dijîn, baş dizanin ku ev rejîm diçe. Helbet nabe ku mirov xwe li faktorên derve û hundirê Îranê kerr û kor bike. Lê metirsiya herî mezin careke din xwedubarekirina dîrokê ye. Ji ber ku hêzên derve alternatîfa xwe li gorî berjewendiyen xwe amade dikin, hêzên ku xizmetê ji wan re bikin, her tim ji bo hatine ser desthilatê amade ne. Heger di dema li pêşiya me de û piştî teqînên mezin ku di rojên bihurî de li Esfehanê pêk hatin, rejîma Îranê bi hêzên rojavayî re li hev neke, guherîna desthilatdaran wê bikeve rojevê. Lê heger rejîma niha tawîzên mezin bide, wê demekê emrê xwe dirêj bike. Esas, lihevkirina bi hêzên rojavayî re jî wê nikaribe rejîma despot û dîktator rizgar bike. Di dawiyê de ji aliye dînamîkên hundirîn ve ew ê were guherandin. Lê gelek girîng e ku rêxistinên gelan û hêzên çepgir ên li Îranê niqaşên demokratîk bixin navenda guftûgoyên xwe, ji bo ku rê li dubarebûna dîrokê bigirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.