Wêje jinên pêşeng dide nasîn

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Adar 2025 - 00:43

VÎDA MANSURÎ / NÛJINHA / SINE

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê lîstika şano ya bi navê ‘Wêje’ hat pêşkêşkirin. Lîstik ji aliyê Meham Miqanî ve hat nivîsandin, Kejal Qamarî û Ferdîn Qaderî di nava lîstikvanan de cîh girtin. Derhênerê lîstikê jî Shadab Kokabî bû. Lîstik li Navenda Çand û Hunerê ya Fecr bi tevahî 10 rojan hat lîstin. Lîstika dawî di 16’ê Adarê de derket ser dikê. Lîstik bi armanca nasandina aktivîstên jin ên pêşengên Îranê yên wek Sidîqa Devletabadî tê pêşandan û di heman demê de balê dikşîne ser hişyarkirina jinê.

Lîstika ‘Wêje’ mafê jinan, demên dîrokî yên tundiya li dijî jinan û rêbazên wê yên cûda digre dest. Di lîstikê de bi têgîna ‘Wêje’ nenaskirina nasnameya jinê, bênasnamekirin û naskirina li ser nasnameya mêrê di malbatê de, tê ziman. Lîstika şanoyê balê dikşîne ser bedelên ku jin di dema dengê xwe li dijî bêedaletiyê bilind dikin didin û her tim mehkumî bêdengkirinê hatine kirin de dijîn. Lîstika ‘Wêje’ zextên ku jin lê rast tên, bêparbûna wan a ji perwerdê, qedexekirina beşdariya wan a ji bo çalakiyên çandî û civakî, şertên girtîgehê û bêparhiştina jinan a ji serxwebûna nasname û ramanî digre dest.

Wêje zilma li hember jinan aşkera dike

Cûreyên cûda yên tundiya li dijî jinan radixe ber çavan, sembolên ku wateyên kûr hildigre û diyalogên wê peyamên xurt digre nava xwe. Lîstik rastî eleqeyek baş a jinan hat. Peyamên xwe bi awayek rast gihand û zilma ku jin dijîn, raxist ber çavan. ‘Wêje’ ne tenê lîstikek şanoyê ye, di heman demê de têkoşîna jinan a ji berê heta niha jî bi bîr dixe û berhema hunerê ye ku vê têkoşînê dighîne nifşên nû.

Sidiqa Devletabadî kiye?

Sidiqa Devletabadî di navbera salên 1882-1961’an de jiyaye. Rojnamevanek Îranî û parazvana mafên jinan bû. Sidiqa Devletabadî di jiyana xwe ya bi têkoşîn derbas kiriye de, li dijî hîzara bi darê zorê serî rakir. Ji bo vekirina dibistanên ji keçikan re hewl da. Di sala 1907’an de li dijî lihevkirina ku dikeve bin destê Îngiltereyê têkoşiya û jinên din jî birêxistin kir. Berhemên derve baykot kir. Sidiqa Devletabadî di sala 1919’an de bi armanca pêkanîn hişyariya jinan a di mijarên weke perwerde, serxwebûna aboriyê û mafê malbatê de kovara bi navê ‘Zimanê Jinan’ weşand. Ev kovar ji derveyî Tehranê, kovara yekem a mafên jinan bû ku dihat weşandin û li giştiyê Îranê bû xwedî taybetmendiya kovara sêyem. Di kovarê de mijarên wek neçariya sergirtinê û mudaxeleya Îngiltereyê ya li Îranê, dihatin rexnekirin. Di sala 1921’an de li Tehranê Komeleya Ceribandina Jinan ava kir û li dijî berhemên biyanî kampanya meşand. Li gel van hemû têkoşînan, gelek caran rastî cezayê girtîgehê û zextên hikûmetê hat. Di sala 1961’an de di 79 saliya xwe de li Tehranê çû ser dilovaniya xwe û li vir ew sipartin axê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.