Ev meheke komeke mûzîkê ya jinan ya bi navê “Koma Bêrîtan” li bajarê Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi armanca parastina hunera Kurdî û derxistina şiyanên jinan ku di nav wan de pênc jinên amûrjenan hene ji aliyê jinên hunermend ve hatiye avakirin. Têkildarî avakirina komê û xebatên wê, endamên komê axivîn.
Pêşenga Koma Bêrîtan, Mûna Elî ku deflêdere ku 15 sale karê hunerî dike got: “Armanca damezrandina vê komê ji bo hatina jinan ya nav cîhana hunerê, parastina awaz û folklora resen ya netewa Kurde. Her wiha pênc jinên amûrjen di komê de hene û amûrên lêdanê yên di nav kome de evin; sentûr, baleban, ûd û def digel hunermendeke stranbêj.”
Asta jinên Kurd li Rojhilat
Derbarê hatina pêş a jinên Rojhilatê Kurdistanê bo karê hunerî got: “Niha hatina pêş ya jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bo navendên karê hunerî di asteke baş de ye û pêşketineke berbiçav di karê hunerî de dîtine, her wiha malbat jî zarokên xwe di temenekî biçûk de dişînin bo dibistanên hunerê.” Mûna Elî serperiştyara Koma Bêrîtan derbarê çalakiyên wan ji bo cejna Newrozê jî îşaret bi wê jî kir ku Cejna Newrozê reng, bêhneke taybet heye û kom dê ji bo Cejna Newrozê li Başûrê Kurdistanê be û bi çend berhemên resen yên Kurdî dê beşdariya konseran bikin.
‘Bila jin bi xwe bawer bin’
Herwiha endama komê û amûrjena balebanê Seba Hadî ku ev şeş salin vê amûrê lê dide ji têkildarî xebatên xwe yên hunerî û komî wiha axivî; “Dema min dest bi lêdana balebanê kir, derdora min jê ecêbmayî bûn ku ez vê amûrê lê didim. Ji ber ku bi destê mêran ev amûr zêdetir hatiye dîtin. Lê ez gelek ji amûra balebanê hez dikim û hesteke gelek xweş dide min. Her çend astengî ji min re derketin jî min bênavber û bi berdewamî lêda. Ez hêvîdarim ku amûrjenên jin yên balebanê zêdetir bibin.” Derbarê pîrozbahiya Cejna Newrozê jî got: “Newroz peyama nûbûna aştiyê digehîne. Ez hêvîdarim ku sala nû ya Kurdî jin bihêz û guriyê bên nav cîhana hunerê. Pêwîste jin bawerî bi xwe hebin û bikarin bên nav vî warî.
Şanaziya parastina dîrokê
Endameke din ya komê ya bi navê Awrîn Fex ku 20 salin amûrjena sentûrê ye û nêzîkî 12 salane beşdarî komên cuda yên mûzîk û hunerê li nav û derveyî welat kiriye, derbarê girîngiya Cejna Newrozê û pîrozkirina wê ji aliyê hunermendên jin ve got: “Cejna Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê girînge û di wê rojê de hemû tişt nû dibe. Lewma heza karkirina me di sala nû ya Kurdî de tê nûkirin û ev hest li ser karên me yên hunerî derdikeve.” Her wiha Awrîn Fex got; “Cejna Newrozê digel stran, agir û şahiyê têkel bûye û em jî di Newrozê de xwe bi rengîntir awa dixemilînin. Ji ber ku Newroz dîroka gelê Kurde û şanazî ye ji bo me wek jin ku em dikarin beşek ji vê dîrokê biparêzin û pêş ve bibin. Jin tenê erkê wê nîne ku di nav malê de xizmetê bike. Belkî divê jin bên derê û di warên cuda de kar bikin, bi taybetî di warê hunerê de pêşengiyê bikin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ