Li Şengalê leşkerên Iraqê dizî kirin

Çarşem 27 Nîsan 2022 - 22:39

  • Seîd Îbrahîm yek ji şêniyên gundê Dugurê ye; wî got, di dema şerê li Dugurê de leşkerên Iraqê ketine mala wî kelûpelên wî, pere û gelek tiştên din dizîne. 

Seîd Îbrahîm yek ji şêniyên gundê Dugurê ye; wî got, di dema şerê li Dugurê de leşkerên Iraqê ketine mala wî kelûpelên wî, pere û gelek tiştên din dizîne. Seîd Îbrahîm da zanîn, ji ber ku leşkerên Iraqê xwe li rex mala wî bi cih kirin, nikare di mala xwe de jî bimîne.

Di 18’ê Nîsanê de leşkerên Iraqê êriş birin ser Asayîşa Êzîdxanê ya li gundê Dugurê û di encama vê êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn û zerar gihîşt mal û dikanên li derdorê. Yek ji şêniyên gundê Dugurê Seîd Îbrahîm got, “Piştî şer, leşkerên Iraqê li rex mala min xwe bi cih kirin. Mala min talan kirin.

Ji tirsa, min zarokên xwe birin gundekî din. Heta niha jî ez nikarim wan bînim malê.

Ber bi şeva 18’ê mehê, leşkerên Iraqê êriş birin ser asayîşên me. Zarokên min di mal de bûn, tirsiyabûn. Min rabû zarokên xwe rakirin, birin cihekî bi ewle. Piştre min xwest ez vegerim mala xwe kontrol bikim, lê leşkerên Iraqê rê li ber min girtin û gotin, sibe were.”

‘Mala min talan kiribûn’

Seîd Îbrahîm dibêje, hingê tenê leşkerên Iraqê li dora mala wî bûn û wiha dewam dike: “Serê sibehê ez vegeriyam, min dît deriyên mala min hemû hatibûn şikandin, pereyên min di mal de bûn, hatibûn dizîn. Çeka min jî hatibû dizîn. Mala min di nav xeta germ a şer de bû.”

Seîd Îbrahîm behsa Cejna Çarşema Serê Nîsanê jî kir û got, artêşa Iraqê cejna me ya herî pîroz li me kir roja reş û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Ev dikana min jî gelek gule lê ketine. Me amadekariya Cejna Çarşema Serê Nîsanê kiribû. Heta me ji bo şahî jî cihekî nêzî vir diyarkiribû lê artêşa Iraqê bi van kirinan li me kir roja reş.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.