Li Rojhilat greva giştî hebû

Çarşem 16 Mijdar 2022 - 03:15

Piştî bangên çalakvanan, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî doh hebû.

Pêr ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ji bo 15’ê Mijdarê, banga berfirehkirina xwepêşandanan û grevê hatibû kirin. Sedema vê jî salvegera raperîna 2019´an bû. Hingê di êrişên hêzên rejîmê de li seranserê Îranê qederê 200 kesan hatibûn şehîdkirin.

Li ser vê bangê, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Sine, Mehabad, Bane, Merîwan, Seqiz, Kamyaran, Serdeşt, Dîwander, Ciwanro û gelek bajarên din, dikandaran derabeyên dikanên xwe venekirin û di greva giştî de cihê xwe girtin.

Di heman demê de li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û yên Îranê xelk daket meydanan û xwepêşandanên şoreşa ´jin jiyan azadî´ dewam kirin.

 

Serhildana Îranê rewa ye

Aktîvîsta mafê jinan a ji Başûrê Kurdistanê, ji Soranê, Awat Fehmî piştgirî da raperîn û şoreşa gelên Îranê û bi taybetî helwêsta jinan a li dijî rejîma Îranê. Wê got, dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ji bo azadiyê û bi taybetî ji bo jinên Kurd ên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê mizgîniya azadiyê ye.

Aktîvîst Awat Fehmî têkildarî rol û bandoriya jinan a di nava şoreşê de got, “Heger bi hûrgilî temaşeyî raperîna gelên Îranê bikin, yekem qurbanî û yekem şoreşger jin in. Jinên Îranê dikarin di nava vê raperînê de cihê xwe diyar bikin, çi jinên bi laçik bin, çi jî yên bêlaçik bin.

Şehîdkirina Jîna bû sedema nerazîbûna cîhanê. Heta mêr jî li ber vê rabûn û jinan bersiveke bi bandor hebû. Ez ji jinên Îranê bi taybetî ji jinên Kurd dixwazim ku heta azadiyê serî daneynin û têkoşîna xwe dewam bikin. Ji ber ku ev dengê ku niha bilind bûye, dema berê tinebû.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.