Ji bo azadiya Ocalan îmze 2 milyon û 626 hezar

Duşem 13 Adar 2023 - 16:14

  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Ocalan 2 milyon û 626 hezar îmze hatin berhev kirin. Bi gvan îmzeyan wê ji CPT´ê bê xwestin ku bi rola xwe rabe. 

Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di kampanyaya îmzeyan a li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fizîkî de, wan 2 milyon û 626 hezar û 828 îmze berhev kirine.

Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Înîsiyatfîa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan encamên kampanyayê bi daxuyaniyekê li Qamişloyê eşkere kirin. Kampanyayê 22´yê Çile dest pê kiribû û îmzeyên hatine berhevkirin wê radestî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bêne kirin û ew ê jî wan ji CPT´ê re bişîne. Kampanya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encam bû û herî dawî 2 milyon û 626 hezar ş 828 îmze hatin berhevkirin.

Li Libnanê û li Başûr jî

Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser encamên kampanyayê daxuyanî li Yarîgeha Heysem Kiço ya li Qamişloyê da. Li ser navê Înîsiyatîfê Gel, endamê wê Mihêdî Dixêm û endama Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ahîn Elî daxuyanî dan.

Wan got, “Kampanyaya îmzeyan a ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 22`yê Çileyê 2023`yan de dest pê kir, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû, gelê me yê li Şam, Lubnan û Başûrê Kurdistanê beşdar bûn.

Di çarçoveya kampanyayê de 2 milyon, 626 hezar û 828 îmze hatin komkirin.”

Bi rola xwe rabin

Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku bi sedan endamên komînan, nûnerên partî, saziyên civaka sivîl beşdarî kampanyayê bûn û hewldanên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Ocalan silav kirin.

Di dewama daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) hate kirin da ku ji bangewazî û daxwazên gel re bibin bersiv û bi rola xwe rabin: “Ji ber ku ev zêdetirî 23 meh e ti agahî ji Rêber Ocalan nehatine girtin, bi taybet piştî erdhejê têkildarî bandorên wê li girava Îmraliyê çarenûsa Rêbertiyê di vê karesatê de jî nehat eşkerekirin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, lîsteya îmzeyan radestî Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hat kirin. Înîsiyatîf wê lîsteya îmzeyan bide Buroya hiqûqê ya Sedsalê û ew jî dê wan radestî CPT`ê bike.

ANHA / QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.