Li pişt dîwaran dengê azadiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 27 Cotmeh 2022 - 04:04

Ji bo piştgiriya girtiyên siyasî, wê pêşangeha “Dengê Azadiyê” li pênc bajarên Elmanyayê bê danîn. Pêşangeh, hefteya çûyî li bajarê Kolnê hat danîn.

Pêşangeh wê bi hewildana rêxistina jinan a Jina Nû, dor bi dor li bajarên Oberhaûsen, Hambûrg, Ûlm, Nurnberg û Frankfûrtê bê danîn.

Wê di pêşangehan de gotûbêj bi nivîskar Adil Okay ku avakerek ji avakerên kolektîfa “Hatiye Dîtin” e, re bê kirin. Kolektîfa Hatiye Dîtin û Koma Redwêne, di vê pêşangehê de wê wêneyên 50 girtî û 50 wênesazan, pêşkêş bikin.

Bajarên ku pêşangeh lê bên danîn û dîroka wan wiha ye:

28-29’ê Cotmehê Oberûrsel

4-5’ê Mijdarê Hambûrg

11-12’ê Mijdarê Ûlm

13’ê Kanûnê Nurnberg

19’ê Kanûnê Frankfûrt

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.