20 Xwendevanên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ya Warheha Mexmûrê bi şahiyekê mezûn bûn.
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 20 xwendevanên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato bi şahiyekê mezûn bûn.
Merasîma mezûnyetê li peymangehê pêkhat. Peymangeh bi wêneyê Rêber Apo û xwendevanên peymangehê hatibû xemilandin. Beriya ku bername despê bike, ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Endama Rêveberiya peymangehê Mamoste Marya Bozan ve hat kirin.
Mamoste Marya Bozan di destpêka axaftinên xwe de serkeftin ji hemû xwendevanên ku mezûn bûne re xwest û wiha got: “Peymangeha Şehîd Kerîm Kato navenda amadekirina endamên pergala KCK û KJK’ê ye. Bi vê boneyê xwendevanên me perwerdeya xwe li ser paradîgmaya Rêber Apo ya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, her wiha li ser her pênc pirtûkên Rêbertî perwerde dibînin. Bi vî awayî hem dîrok, nasname û çanda xwe û hem jî dîroka cîhanê nas dikin. Her wiha di xwe de guhertinên li gorî civaka exlaqî û polîtîk ya modernîteya demokratîk pêktînin, di pêvajoya salekê de xwendevanên me hem di aliyê zanistî de hem jî di aliyê kesayet de guhertinên berbiçav dan çêkirin.”
Her wiha piştî axaftina vekirinê, navê xwendevanên ku mezûn bûne yek bi yek hat xwendin û dîplomeyên wan hatin dayîn.
Piştre xwendevanên peymangehê stiranên xwe pêşkêşkirin. Her wiha xwendevanên dibistana seretayî ya Şehîd Mihemed Karasungur bi dîlana xwe reng da şahiyê. Herî dawî jî gel li ber stiranên gelêrî govend gerandin.
MEXMÛR/ROJNEWS