Li Londonê têkoşîn dewam dike
Sêşem 3 Kanûn 2024 - 02:25
Di 27’ê Mijdarê de li paytextê Îngilîstanê Londonê polîsan li dijî Navenda Civaka Kurd û aktîvîstên wê operasyonek li dar xistibû. Kurdistanî û dostên wan ji 27’ê Mijdarê ve ye li pêşiya avahiya Navenda Civaka Kurd têdikoşin. 4 welatiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kirin û serdanên ji bo qada têkoşînê jî berdewam dikin. Lêpirsîna 7 Kurdên ku di encama operasyonê de hatin binçavkirin, berdewam dike. Piştî ku Nivîskar û Siyasetmedar Alî Poyraz, Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd Tûrkan Bûdak, aktîvîstê KHM’ê Ercan Akbal, aktîvîst Berfîn k., Nûnerê Karên Derve yê Navenda Civaka Kurd Agît K. û aktîvîst Dogan S. hatin binçavkirin, greva birçûbûnê dest pê kir. Hate zanîn ku rewşa tenduristiya aktîvîstên Kurd baş e û di lêpirsînê de jî mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anîne. Derheqê kesên hatine binçavkirin de biryara binçavkirina 7 rojan hatibû dayîn ku wê di 4’ê Kanûnê de bi dawî bibe û nayê zanîn ku wê binçavkirina aktîvîstên Kurd were dirêjikirin yan na.
Ji gelê Kurd çi dixwazin!
Devrîm Sara ku li pêşiya avahiya KCC’Ê di greva birçûbûnê de ye got:’’Nayê qebûlkirin ku Kurd bi awayekî sîstemetîk were krîmînalîzekirin û divê dawiyê li vê tundiyê bînin. Helwesta dewletan ya bi vî awayî ya li hemberî me nayê qebûlkirin. Vî gelî DAÎŞ têk bir. Lê belê dewleta Tirk piştgiriyê dide DAÎŞ’ê. Terorîzekirina vî gelî bêexlaqî ye.’’
Bêrîvan Yavayli ku di greva birçûbûnê de ye jî got:’’Ji gelê Kurd çi tê xwestin! Ez ji ber faşîzma AKP’ê hatim vî welatî. Lê belê li vir jî heman faşîzm heye. Bariyerên li pêşiya avahiya KCC’ê temsîliyeta faşîzmê dikin.’’
Di 3’yê Kanûnê ango îro wê saet 17.00’an de bi pêşengtiya DGB’ê li pêşiya Îstasyona Turnpike Lineyê mîtîng û meşeke girseyî were lidarxistin. Hate zanîn ku ji bo bidawîbûna dagirkeriya li ser avahiya KCC’ê têkiliyên dîplomatîk yên DGB û Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê yên li gel parlamentoyê berdewam dikin.
SKOÇYA
Kurd û dostên wan li bajarê Edinburg ê Skoçyayê li navenda bajêr hatin li ba hev û çalakiyeke protestoyî li dar xistin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd Dersîm Amed di çalakiyê de axivî û da zanîn ku êrîşa organîzekirî ya polîsên Îngilîz a li dijî gelê Kurd ne tenê li dijî nirxên demokratîk, di heman demê de êrîşeke li dijî mafê gelê Kurd ê birêxistinbûnê ye jî. Dersîm Amed bang li hemû gelan kir ku di 3’yê Kanûnê de beşdarî çalakiya ku wê li pêşiya Parlamentoya Skoçyayê were lidarxistin, bibin.
GLASGOW
Li bajarê Glasgowê enternasyonalîst hatin li ba hev û operasyona polîsên Îngilîz a li dijî gelê Kurd protesto kirin.
Daxuyanî bi Tora Piştevaniya Kurdistanê re hate dayîn û di daxuyaniyê de binçavkirina aktîvîstên Kurd hate protestokirin û hat gotin:’’Em dixwazin binçavkirina aktîvîstên Kurd a li Londrayê bi dawî bibe û zexta dewleta Îngilîstanê li dijî civak û tevgerên siyasî şermezar dikin.’’
ANF/HÎKMET ERDEN