Li Kurdistanê şer li Tirkiyeyê rant

Pêncşem 22 Tîrmeh 2021 - 03:11

Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vahap Işikli bal kişand ser polîtîkaya taybet a li ser xwezaya Kurdistanê û got, “Ji Amanosê heta Hewselê, Cudî û Metînayê xwezaya me yek e û em bi hev re xwedî lê derkevin.” 

Li Şirnexê, demeke dirêj e li herêmên operasyonên leşkerî dar tên birîn û tinekirin. Li herêma Çiyayê Cûdî heta niha bi deh hezaran dar hatine birîn. Heta Qotê Safîneyê dar hatine birîn û li van deran zêdeyî 10 kalekol hatine avakirin. Li deverên ku dar lê nehatine birîn jî agir berdane daristanan û bi vî rengî bi deh hezaran dar hatine tinekirin. Pirî caran hewldanên ji bo vemirandina şewatê bi hinceta “ewlehiyê” hatin astengkirin.

Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê û Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya Vahap Işikli der barê şewitandina daristanên Kurdistanê de axivî. Vahap Işikli anî ziman ku şewatên li Tirkiye û Kurdistanê ji hev cuda ne û got, “Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer, li Tirkiyeyê jî ji ber polîtîkayên rantê xweza tê talankirin.”

Her sal havînê wisa dikin

Işikli bi bîr xist ku herêma Besta ya Şirnexê bi rojan agir bi daristanan ket, şewat bi xwe vemirî û paşê jî bi destê cerdevanan dar hatin birîn. Işikli wiha peyivî: “Berî du rojan dîsa li Cudî li aliyê Silopiyayê şewat derket û heta niha jî dewam dike. Ev polîtîkayek taybet e ku li ser xwezaya Kurdistanê tê maşandin. Her sal demsala havînê şewat û birîna daran destpê dike. Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer her havînê şewat bi daristan diket û niha jî bi vê ve girêdayî birîna daran li ser zêde kirine.

Li Tirkiyeyê otel li Kurdistanê qereqol û kalekol

Li Tirkiyeyê dema şewat li Marmarîsê dest pê kir, di rojekê de, bi helîkopteran mudaxale kirin. Di heman rojê de li Çewligê jî şewatê dest pê kiribû û heta hefteyekê nehat tefandin, ta ku ji ber xwe tefiya. Bi hezaran hektar ji daristanê hat şewitandin lê bi ti awayî mudaxale nehat kirin. Bi giştî jî di encama operasyonan de şewat li Kurdistanê derketin. Li Dersimê li navçeya Xozatê piştî operasyona leşkerî agir dest pê kir û bi rojan nehat tefandin, li Cûdî û Çewligê bi heman rengî bû. Tenê şewat na, li Cûdî rojê 450 ton dar tên birîn. Ev ji salekê dirêjtir e ku li Cûdî bi awayekî rêkûpêk îhaleyên birîna daran dane cerdevanan û her wiha daristan tên tinekirin. Salek berê em wek saziyê çûbûn wir û me li wir bi çavê xwe şewat û talankirina xwezayê dît. Êdî ev îhale hê jî didomin. Niha li Liceyê jî vê yekê dikin, li ser 98 hektar di navbera gundê Dêrxûn û yên din de ev yek kirin. Ji wê demê ve bi qasî qadek ji 140 stadyumên futbolê dar jê kirin û ev yek bi destê cerdevanan hat kirin. Jixwe şîrketên taybet van îhaleyan nagirin lê didin cerdevan bi wan van karên xwe pêk tînin. Yanî dema li Tirkiyeyê şewat dest pê dikin dibêjin şewatên ji bo rantê ne, li Kurdistanê jî di bin navê ‘ewlehiyê’ de pêk tên. Yanî li Tirkiyeyê li cihê daristanên şewatê otel û motel tên çêkirin lê li Kurdistanê qereqol û kalekol tên çêkirin.

Tew ne xema wan e!

Mixabin vêce îro ev hişmendî derbasî axa Başûr bûye ku piştî operasyonên leşkerî li Metîna û herêmên din de bi şer re dar tên birîn. Ev yek wek ‘ewlehiyê’ tê binavkirin. Kêm be jî hikumeta Iraqê dengê xwe li hember vê yekê derxist lê belê hikumeta Herêmê bi ti awayî dengê xwe dernexist û berpirsyariya vê yekê negirt ser xwe. Çawa dar û daristanên herêmekê werin talankirin lê hikûmet bi ti awayî dengê xwe dernexe, ev yek mirovan matmayî dihêle. Bi taybetî Tirkiyeyê çawa ku di salên 1990’î de gund û warên Kurdan vala kirin, koçber kirin û bi vê yekê re polîtikayên asîmîlasyonê xistin meriyetê. Niha jî bi talankirin xwezaya Kurdistanê dewama van polîtikayên xwe tînin. Pêwîst e gel vî tiştî zanibe ku şer tenê li hember mirov û nasnameya gelan na, li hember xwezaya wan jî tê kirin. Ji ber ku xweza jî nasnameya gel û civaka ne ku mirov tenê bi têkiliyên xwe yên bi xwezayê re girêdayî dibe mirov. Hebûna mirov beden û xwezaya mirov bixwe ye.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.