Li koçberiyê sê pirtûkxane vekirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 10 Tebax 2024 - 00:05

FÎDAN EBDULLAH / JÎNHA / ŞEHBA 

Di demeke wiha de ku koçberên Efrînî, li kampên kantona Şehbayê di gelek mercên zehmet re derbas dibi, bi hemû hêza xwe hewl didin çand û wêjeyê biparêzin, vê yekê jî bi riya sê pirtûkxaneyên ku li warê koçberiyê vekirine dikin.

Piştî çend mehan ji dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 2018’an de Yekitiya Rewşenbîran di 22’yê Îlona 2018’an de yekem pirtûkxaneyê li kantona Şehbayê li kampa Serdem ji bermahiyên şer vekir. Ji nû ve refan ji hesinên heyî çêkir û kursî û maseyên ji keviran ava kir.

Ev gava ku hat avêtin deng li cîhanê û herêmê veda ji ber ku yekem car bû koçber di rewşeke wiha zehmet de li zanînê digeriyan. Pirtûkxane bû meqseda hemû welatiyên kampê û gundewarên wê.

Ji bo zêdetir çandê xurt bikin û bigihîjin hemû welatiyan rêveberiya Kantonê beşek din ji pirtûkxaneyê li navçeya Til Rifetê li kantona Şehbayê vekir. Beşek din jî li kampa Berxwedan li navçeya Fafînê vekir û li gorî derfetên xwe pirtûk li wan pirtûkxaneyan bi cih kir.

‘Pirtûk ji bin kavilan hatin derxistin’

Der barê mijarê de endama Yekitiya Rewşenbîran li kantona Efrîn Şehbayê Medya Ebdo got: "Dema pirtûkxane vebû rewş gelekî zehmet bû, xelk beriya çend mehan ji warê xwe koçber bibû, jiyan li herêmê gelekî xirab bû. Pirtûkên li pirtûkxaneyan jî bi zehmetî ji bin kavilan hatin derxistin. Piştî 7 salan ji vekirina pirtûkxaneyê, gelek destkeftî hatin bidestxistin û behreyên şêniyên Efrînê berfireh bûn. Ji ber ku bi riya xwendina wan pirtûkan, dibînin ku ew xwediyên pênûs û derbirînê ne bi taybetî di rewşa koçberiyê û kampan de. Vê yekê jî sekn û baweriya wan bihêztir kir."

Dewreyên perwerdeyê hatin lidarxistin

Medya Ebdo di berdewama axaftina xwe de got: "Em weke Yekitiya Rewşenbîran li kantona Efrîn Şehbayê bi hemû keda xwe hewl didin behre û coşa şêniyên Efrînê ya xwendin û nivîsandinê bi pêş bixin bi riya vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo nivîsandina çîrokên kurt, helbest, wêje û hwd. Bi riya van perwerdeyan em dikaribûn gelek behreyan bibînin û bi pêş bixin ji bo ku em weke pirtûk çap bikin. Şer û êrîşên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di nav de kantona Efrîn-Şehbayê bi armanca îmhakirina bingeh û çanda civakên hevbeş ên li herêmê tên kirin. Ji bo parastina van civakan jî girîng e em tiştên hatine jiyîn bixwînin û binivîsînin ji bo nifşên li pêşiya me bizanibin em di çi rewşê de derbas bûne.” Her wiha bang li ciwanan kir ku zêdetir berê xwe bidin pirtûkxaneyên li kantona Şehbayê.

‘Teknolojiyê mirov kirine robot’

Qedriye Îsmaîl a ku her dem diçe pirtûkxaneya kampa Serdem got: "Hêviya vegera welat û pêkanîna serkeftin û azadiyê bi şêniyên Efrînê re heta vê kêliyê berdewam dike. Vê yekê bû sedem ku em vê pirtûkxaneyê li koçberiyê vekin û di xwendin û nivîsandinê de berdewam bikin. Jiyana li ser înternet û bi teknolojiyê ve girêdayî mirovan kiriye robot ji ber wê girîng e em nifşên li pêş biparêzin û çanda pirtûkan û xwendinê zindî bihêlin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.