- Desteya Çandê ya kantona Cizîrê paneleke diyalogê bi dirûşma "Mîrasa me nasnameya me ye" li bajarê Qamişloyê organîze kir. Di panelê de bi dehan kesayet, nûnerên sazî û rêxistinên têkidarî mîrasê, beşdar bûn.
Di panelê de 2 mijar hatin nîqaşkirin. Mijara mîrasa nemadî, veguhastina zanîn ji nifşên bê re, parastina wê û mijara zehmetiyên parastina mîrasa nemadî, çareserî û bikaranînên herêmî û navneteweyî der barê vê yekê de hatin nîqaşkirin.
Di serî de pisporê şûnwaran Dr. Silêman Ilyas bixêrhatina beşdaran kir. Piştre sînevîzyonek li ser madî û nemadî wekî avahiyên dîrokî, adet û hunerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêşkêşkirin.
Divê mîras were balavkirin û vejandin
Mijara yekemîn ji aliyê endamê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk Îbrahîm Feqe û rêvebera Komeleya Çanda Suryanî Ruba El Firêhat ve hat nîqaşkirin. Mijar li ser belgekirina mîrasa nemadî wekî vîdyo, wêne û cil û bergan ji bo parastina mîrasa çandî bû. Mijara duyemîn ji aliyê cîgirê Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Sayil Muxlif û lêkolerê şûnwaran Yasir Şohan ve hat nîqaşkirin.
Muxlif destnîşan kir ku pêwist e mîrasa nemadî bi rêya pirtûk, rojname, dezgehên çapemeniyê, rêûresm û şahiyên civakî yên kevn were belavkirin û vejandin.
Di dawiya panelê de encamname wiha hat dayîn:
- Hevkariya bi saziyên perwerdeyê re û xistina mîrasa xwecihî di waneyên dibistanan de.
- Belgekirina dîjîtal a pîşeyên klasîk ên destan, çîrok û stranan bi rêya kamera û amûrên qeydkirinê da ku ji tevahî re berdest bin.
-Xebitîna li ser vejandina şevbuhêrkên berê û pêşxistina wan.
- Hevkariya bi saziyên berpirs re ji bo pêşîlêgirtina derbaskirina çandên biyanî bi rêya pêşketina teknolojiyê.
- Lidarxistina atolye û perwerdeyan ji ciwanan re, ji bo fêrkirina pîşeyên berê yên xwecihî.
- Vexwendina ji bo lidarxistina mîhrîcanekê li ser mîrasa nemadî ya xwecihî ku tê de hemû pêkhate hebin.
- Betalkirina birina bacan ji kargehên ku mîrasa nemadî vedijînin da ku wan teşwîq bikin û propagandaya berhemên wan werin kirin.
- Destekdayîn û belavkirina lêkolînên ku tecrûbeyên dewletên din dikin ku sûd ji wan werin girtin û li gorî rewşa xwecihî were pêkanîn.
-Ji bo pêşxistina aliyên erênî ya mîrasa çand û parastina wê ji windabûnê xebitîna bi cidiyeteke zêde û beşdariyeke mezin.
ANHA/QAMIŞLO