Li Almanyayê Nivîskarên Jin ên Nifşê Nû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 00:21

FIRAZ BARAN

Xelata Pirtûka Almanî ya 2024an, Martina Hefter, bi romana "Hey, roj baş, tu çawa yî?" wergirt. Heyeta Xelatê 197 romanên ji Almanya, Awûstûrya û Swîsreyê lêkolîn kirin û ji van romanan 6 fînalîst diyarkirin. Fînalîst ev bûn:

Martina Hefter (Hey guten Morgen, wie geht es dir?), Maren Kames (Hasenprosa), Clemens Meyer (Die Projektoren), Ronya Othmann (Vierundsiebzig-74-), Markus Thielemann (Von Norden rollt ein Donner) û Iris Wolff (Lichtungen).

Xelata Pirtûkê ji aliyê Weqfa Piştgiriya Çand û Xwendinê ya Pirtûkan ve tê dayîn. Xelata îsal Martina Hifter wergirt. Ew 59 salî ye û li bajarê Leipzigê dijî. Ew ne tenê nivîskarek e, di heman demê de wek lehenga romana xwe hunermenda dans û performansê ye. Sala çûyî Tonio Schachinger ê Awûstûryayî bi romana xwe ya bi navê “Echtzeitalter” xelatê wergirtibû.

Dema ku min di nav namzetên xelatê de navê Ronya Othmannê bihîst ez bi kelecan bendê daxûyaniyê mam. Min cihêtî nexist navbera nivîskaran, lê mirov dîsa jî bi kelecan dibe. Ji ber ku bavê Ronyayê Kurd e (Êzidî ye) û diya wê Alman e. Du romanên wê bi navê "Die Sommer" û "Vierundsiebzig-74" hatine çapkirin û mijara her du romanan jî Êzidî ne.

Di Wêjeya Almanî de Nivîskarên Jin

Ev çend salin di nav wêjeya Almanî de jinên Kurd derdikevin pêş. Cemîla Şahîn, Ronya Othmann, Karosh Taha, Şeyda Kurt, Fatma Aydemir, Mely Kiyak û hwd. Ev hemû jî ciwan in û serkeftîne.

Bo nimûne Cemîle Şahîn ji Dêrsimê ye û sê roman çapkirin û taybetî romana bi navê "Alle Hunde Sterben" gelek nav û deng da. Wê herî dawî romana bi navê "Kommando Ajax" roja 17ê Îlonê çapkir.

Karoş Taha jî ji Başûrê Kurdistanê ye û du romanên wê hatine çapkirin. WDRê jî yek romana Taha bi deng weşand. Di vê xebatê bi dengî de Sevîm Kespîr a Êzidî jî cih girt û beşek ji pirtûkê xwend. Sevîm Kespîr di fîlma Cemîla Şahîn a bi navê "Bahar"ê de jî karaktera "Doktor Mizgîn" lîst.

Mely Kiyak jî ji Çewlîgê ye. Nivîskar û rojnamevan e. Di karê xwe de serkeftî ye. Dîsa Fatma Aydemîr jî romannivîs e. Bo nimûne îro li Berlînê gelek mamosteyên wêjeyan bi talebeyên xwe re romana Aydemîr dixwînin.

Dibe ku me tenê 6-7 nav nivîsandin. Lê di nav wêjeya Almanî de nivîskarên Kurd, taybetî jî jinên Kurd pêş dikevin û hêjmar a wan jî gelek e.

Berhemên wan nav û deng didin. Ev navên ku me nivîsandin wek temen jî ciwan in. Lewma em benda gelek berhemên cuda bibin. Ya herî girîng jî ev e: Romannivîsên jin di nav wêjeya Almanî de li ser Kurd û Kurdistanê dinivîsînin.

Herî dawî ez dixwazim bêjim ku di sedsala 21an de pêşengtiya civaka Kurd jinên Kurd dikin. Di nav şoreşê, şer, şaredarî, saziyên sivîl, komele û nivîsê de... Keda şehîdan vala naçe. Keda Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Zîlan û bi hezaran şehîdên jin... Xwezî nemir Sakîne Cansiz serkeftina jinên Kurd di wêjeya Almanî de bidîta. Ez bawer dikim ku ew ê pir kêfxweş û bextewar bibûya. Bila rihê şehîdan rêya me ronî bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.