- Sala 2001’an Neteweyên Yekbûyî roja 6’ê Mijdarê wek Roja Cîhanî ya Qedexekirina Bikaranîna Jîngehê ya di Şer û pevçûnên Leşkerî de diyar kir. Li gor Neteweyên Yekbûyî ziyanên ku di şeran de bi jîngehê digihin, dibin sedema têkçûna sîstema ekolojiyê û bandora xwe demdirêj dihêle. Di encamê de jî ziyan digihe tevayî cîhanê.
Berevajiyê parastina jîngehê, jîngeha Kurdistanê di şer û êrişên dagirkeriyê de jîngeha herî zêde zererê dibîne ye. Dewleta Tirk jîngeha Kurdistanê talan û wêran dike ku bandora wê jî wê çend sed salek din bandora xwe ya nerênî li ser jîngeha Kurdistanê bihêle.
Şer ji bo mirovahî, ekolojî û hemû aliyên din ên jiyanê mirinê bi xwere tîne. Ew jî ji aliyê hêzên hegemon ve ji bo sepandina desthilat û qezencên xwe yên mezin tên derxistin. Ev hêz bêy ku guh bidin yasayên şer û parastina jîngehê, bi gelek cûrên çekên qedexe jîngehê wêran dikin û bi vê yekê re jîngeha tevayî cîhanê dikeve di xeteriyê de.
Êrişên Ukrayna-Rusya, êrişên Îsraîl yên li ser Xeze, Lubnan û Yemenê, her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Kurdistanê mirov dikare wek mînaka têkdana jîngehê û binpêkirina yasayên şer ên taybet bi parastina jîngehê nîşan bide. Di vê roja parastina jîngehê de jîngeha cîhanê di jêr lingên hêzên hegemon de ketiye di jêr metirsiyeke cidî de. Rojane gelek tawan li beramberî jîngehê tên kirin û bandorek demdirêj li ser jiyana mirov û zindiyên din dihêle.
Jîngeha Kurdistanê tê talankirin
Dewleta Tirk a dagirker her carê bi behaneyek cûda êrişên xwe yên dagirkirinê li ser xaka Kurdan pêktîne. Bi êrişan re jîngeha Kurdistanê talan dike. Li Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran darên zeytûnan biriye û berhemên wan talan kiriye. Li bazarên Tirkiye û cîhanê de bazirganiyê pê dike. Di demekî de Rojavayê Kurdistanê wek xaka zeytûnan tê naskirin, lê deverên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine, ew cih vegerandine çolê.
Li Başûrê Kurdistanê jî bi taybetî li herêma Behdînanê her cihek dewleta Tirk dagir dike, bi hevkariya PDK’ê darên herî bi temen û bi sud dibire û li pêş çavên cîhanê bi konvoyên barhilgiran derbasî xaka Tirkiye dike û ji bo xwe difiroşe. Niha jî gelek kompanyên ku binemala Barzanî û berpirsên PDK’ê xwediyê wanin, ji bo talankirina jîngeha Kurdistanê hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin. Rê ji dewleta Tirk re çêdikin û şirîkê vê talankariyê ne. Di demekî de ev talankarî tê kirin, hikûmeta Herêm û Iraqê bi bêdengiyê vê talankariya li ser xaka Başûr rewa dibînin.
Bi çekên kîmyewî wêran dikin
Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê, jenosîda li ser Kurdan jî destpê kir û aqilê faşîst dijî gelê Kurd dest bi bikaranîna çekên kîmyawî kir. Cara yekem dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelê Kurd li Geliyê Zîlan çekên kîmyawî bikaranî û komkujiyek mirovî û jîngehî pêkanî.
Rejîma faşîst ya Baasê jî bi heman awayî dijî Kurdan li Helebceyê, Balîsan û Dola Cafayetî çekên kîmyawî bikaranî. Ev çek bandorek dewam û mezin li ser jîngeha Kurdistanê çêkir û heya niha jî ev bandor dewam dike. Di heman salan de dewleta Tirk a dagirker hemberî gerîlayên azadiyê jî çekên kîmyawî bikaranî.
Dewleta Tirk a dagirker piştî ku pêvajoya aştiyê bi dawî anî, dest bi dagirkirin û talankirinê kir. Li Rojavayê Kurdistanê çekên fosfor bikaranî û piştre li Başûrê Kurdistanê jî dest bi bikaranîna heman çekan kir. Bi hezaran carî çekên qedexekirî hatin bikaranîn, ev çek li ser jîngeh û xaka Kurdistanê hatin bikaranîn. Li gorî daneyên HPG’ê tenê di sala 2023’yan de dewleta Tirk a dagirker hezar û 38 caran çekên kîmyawî û qedexekirî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bikaraniye.
Propagandaya Neteweyên Yekbûyî!
Li gorî daneyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê jî, ji ber êrişên dewleta Tirk û Îranê, zêdetirî milyonek û 300 hezar zeviyên çandinî û daristan şewitîne. Ji bilî vê, êrişên dewleta Tirk a dagirker îsal jî dewam dikin, li gorî daneyên CPT ya Emerîkî, tenê di nava îsal ji ber bombebaran û êrişên dewleta Tirk, zêdetirî 68 hezar donim daristan û pûş li sînorên Dihokê şewitîne.
Tevî hebûna dehan rêxistinên taybet yên jîngehê di cîhanê de hene, dewleta Tirk zêdetirî 100 salin li ber çavê hemû cîhanê hewl dide jîngeha Kurdistanê tine bike û hemû çekên qedexekirî li ser kartîne. Lê li hemberî vê talana xwezaya Kurdistanê, cîhan xwe ker û lal kiriye. Ev jî ispat dike ku parastina jîngehê ya ji aliyê Neteweyên Yekbuyî û cîhanê ve, ji bilî propagandayê tiştek din nîne. ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN