Ji Baroya Şirnexê şevbihêrka dengbêjiyê

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Cotmeh 2024 - 00:59

Komîsyona Ziman û Çandê ya Baroya Şirnexê bi armanca zindîkirina ziman û çanda Kurdî li baxçeyê avahiya Şaredariya Cizîrê şevbêrka dengbêjiyê li dar xist. Parêzerên endamên Baroya Şirnexê, Endamê Meclîsa Navendî ya Baroya Tirkiyeyê Alî Bayram, Hevşaredarên Cizîr, Hezex û Silopiyayê û gelek kes beşdarî şevê bûn.  

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz di şevbihêrke de axivî û da zanîn ku yek jî peywira hiqûqnasan li dijî bê qanûniyên desthilatdariyê parastina higiqûqê ye û got: "Tayinkirina qeyûman ne rewa ye. Divê hiqûqnas li dijî van kiryarên desthilatdar ên ne rewa derkevin. Em spasiya Cizîrê dikin. Hevşaredar ji bo ku avahiya şaredariyê ji me re vekirin."  

Piştî axaftinê hunermend Mesût Cizîrî, Evdirehmanê Dêrşewî, Elî Fexredîn û Diyar Aslan derketin ser dikê. Temaşevan bi guhdarkirina awazên dengbêjan şeveke xweş derbas kirin.

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.