Bi hezaran kes bi pêş dikevin

Duşem 7 Cotmeh 2024 - 02:40

Xwendina parêznameyan ji aliyê PYD’ê ve ku ev nêzî saleke bi armanca ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan di jiyanê pêk were li 7 kantonên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin û heta roja îro berdewam e. Komên xwendinê hejmara kesên tevlî dibin diguhere. Hejmara giştî komên ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD pê rabûye 131 kom in. Her komek ji wan ji 15/20 kesan pêk tê. Heya niha bi giştî 2 Hezar û 227 kes tevlî xwandina parêznameyan bûne û hîn jî tevlîbûn çêdibe. Di nav parêznameyên, ‘Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’, ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ lê ya ku herî zêde li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwendin parêznameya sêyem a ‘Sosyolojiya Azadiyê’ tê xwendin. Di heman demê de ji ber netewên cuda parêznameyan dixwînin, parêzname him bi zimanê Kûrdî him jî bi zimanê Erebî tê xwendin. Her wiha ev kom bi awayek hevpar agahiyan û fehm kirina xwe hevdu re vedibêjin. Hin kom bi xwedina parêznameyê re nîqaş dikin hin kom jî di hefteyê de du rojan parêznameyan dixwînin û roja sêyem mijarekê hildibjêrin û bi awayek goftûbêjiyê derbas dikin. 

Mîna av û hewayê ye

Yek ji kesê ku tevlî xwandina parêznameyan dibe, Rêveberê beşa Ragihandinê ya PYD Ebdulxenî Osê da zanîn ku armanca ji xwedina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan, guhertina fikrê baviksalarî ber bi damokratîkbûnê ve birin e û got:“Heta niha me giranî daye parêznameya sêyem a Sosyolojiya Azadiyê, ji ber ku pêwistiya me ya gelek pê heye. Dema me ev parêzname xelas bibe û li tevahî gelan were xwendin, wê parêznameyên din jî werin xwendin.” Ebdulxenî got ku divê ev parêzname baş werin fêm kirin, çawa Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de dibêje fikir, zikir û çalakî divê em jî bi piratîkî, di jiyanê de pêk bînin û got:“Xwestekek pir mezin ji aliyê gel ve tê dîtin, ferq û cudahiya di navbera qonaxê destpêkê yê komê xwendina parêznameyan û niha de heye. Destpêkê nenaskirin ne pir bû, lê niha her kes fikrê Rêber APO nas dike û li gor wê xwe bi rêxistin dikin.” Ebdulxenî bal bire ser hemû kesên ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan hîn tênegihiştine û got:“Bila ji bo me fikrê Rêber Apo bibe mîne av û hewayê. Banga min ji bo tevahî Kurdan ew e ku bi parêznameyên Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û pergala Xwerseriya Demokratîk ji bo xwe bingeh bigrin.”

ANF/BÎSAN RESÛL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.