- Buhayê venêrîna nexweşan li hin klînîkên taybet ên li bajarê Qamişlo gihaştiye 70 hezar lîreyên Sûriyeyê, ev yek jî pirsgirêkên nexweşan zêde dike, her wiha buhayên derman û testan jî dibe barekî din. Ji 4 salan ve buhayê venêrîna nexweşan 26 qatan zêde bûye. Di demên dawîn de, hin klînîkên taybet buhayê venêrînê kiriye 70 hezar lîre.
Hediye Mihemed a 60 salî ji ber nexweşiyên sing, şekir, tansiyona bilind û nexweşiya dîskê ji Dêrikê hatiye Qamişloyê. Hediye dibêje: "Buhayê venêrîn û dermanan barê me giran kiriye. Li gel vê buhayê jî, ez neçar dimînim ku ji bo tenduristiya xwe serî li bijîşk bidim.” Hediye amaje bi wê yekê jî dike ku carê buhayê serdana bijîşkan li gorî rewşa niha baş bû, ku di navbera 40 û 50 hezar lîreyî de bû, lê niha gihaştiye 70 hezaran. Hediye hêvî dike ku bijîşkên xwediyê klînîkên taybet rewşa aborî ya xelk li ber çavan bigirin.
‘Klînîkên Gel’ alternatîf in
Di Adara 2021’an de bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Klînîkên Gel’ li Qamişloyê hate vekirin ku li şûna klînîkên taybet bûye alternatîf. Li navenda Klînîkên Gel gelek beş hene; nexweşiyên hundirîn, nexwşiyên jinan, norolojî û nexweşiyên zarokan, di wan beşan de jî bijîşkên pispor ên nexweşiyên guh, poz, qirik, urolojî, gurçik û dil hene, her wiha klînîka diranan, laboratuarek ji bo testan û dermanxane jî hene. Ev navend xizmetên xwe pêşkêşî kesên ku dahata wan kêm e dike, buhayê venêrînê 15 hezar lîre ye û buhayê dermanan ji sedî 10 û yê testan ji sedî 20 erzantir e.
Buhayê venêrîna klinîkên gel kêm e
Hejmara nexweşên ku her meh serdana wan dikin 5 hezar û 500 hezar e, Nisrîn Şukrî jî yek ji wan nexweşan e ku navend klînîkên gel hilbijartiye. Nisrîn dibêje: "Mehê du-sê caran serdana navendê dikim, navend xizmetên baş pêşkêş dike, buhayê venêrînê 15 hezar e, pir hindik e. Bijîşk jî guh didin nexweşan.” Pisporê nexweşiyên norolojiyê li navenda klînîkên gel Dr. Ehmed El Xelef jî got: “Buhayê venêrînê, rontgen û testan kêm e, cudahiyeke pir mezin di navbera klînîkên gel û klînîkên taybet de heye.” ANHA/QAMIŞLO