- Piştî dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve ji 18'ê Adara 2018'an ve heya vê kêliyê îşkence, destdirêjî, binpêkirinên mafên mirovan li herêmê didin meşandin, zirarên mezin didin xwezaya herêmê.
Her sal di dema berhevkirina zeytûnan de li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk kiryarên xwe dijwartir dikin, ne tenê li Efrînê, heya li herêmên di bin berpirsiyariya Rêveberiya Xweser de jî gelê sivîl para xwe ji van kiryaran digre. Bi taybetî li gundên navçeya Şêrewa yên li ser xetên sînoran vê rewşê dijîn.
Gundê Soxanekê yek ji gundên navçeya Şêrewayê ye û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye tenê 2 kîlometre ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewayê ku ew gund di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Şeniyên gundê Soxanekê jî 7 sal in ji ber êrişên dagirkeriyê û çeteyên wê nikarin biçin nava erdên xwe û zeytûnên biçînin. Kesên ku dixwazin biçin nava erdên xwe jî ji aliyê çeteyan ve tên hedefgirtin
Der barê hatina demsala berhevkirina zeytûnan de jinên gundê Soxanekê dan xuyakirin ku ew xwediyên erd û daran in lê nikarin zeytûnên xwe biçinin û ji ajansa me re behsa êrişên dagirkeriyê kirin.
Çete nahêlin zeytûnan berhev bikin
Naziliyê Omar Cimo behsa êrişên dagirkeriya dewleta Tirk kir û got: "Em li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li gundan li ber xwe didin, ew hewl didin bi van êrişan gund ji reseniya wê vala bikin û lê bi cih bibin lê em ê nehêlin xeyalên wan pêk werin. Zeviyên me yên zeytûnan dikevin bakurê gund û tenê 400 metre ji me dûr in lê ji ber êrişên dagirkeriyê em nikarin zeytûnên xwe berhev bikin, 7 sal in em nikarin zeytûnan berhev bikin. Çeteyên dagirker tên nava zeviyên me û zeytûnên me didizin, em dibînin lê em nikarin tiştekî bikin. Darên me qut dikin dengê wan tê me lê em nikarin tiştekî ji bo darên xwe bikin. Bi gule û topan êrişî me dikin dema em diçin nava erdên xwe. Li Efrînê darên gel dibirin û ji kokê ve hildiqetînin lê tu kes nikare biaxive ji ber ku îşkence li wan dikin. Em ji gundê xwe dernakevin. Debar li gund gelek dijwar e, gel debara xwe bi zeytûn û berhemên ku jê çê dike pêk tîne lê çete nahêlin û ew sûdê ji zeytûnên me digrin."
‘Em dev ji gundê xwe bernadin’
Narîn Mihemed Elî jî diyar kir ku ew xwediyên darên zeytûnan in lê 7 sal in tu tişt ji darên xwe negirtine ji ber çete nahêlin biçin nava erdan û wiha pê de çû: "Gundê me li ser xetê ye, em gelek astengiyên jiyanê dibînin, li hember gundê me çete hene û rojane bi guleyan êrişî gund dikin her wiha topan jî davêjin. 180 darên me yên zeytûnan hene lê ev bû 7 sal em bi hesreta zeytûnekê ne. Çeteyên dagirker ên dewleta Tirk êriş dikin û nahêlin em zeytûnên xwe biçinin. Tu dewlet jî çareseriyek ji van şer û aloziyan re nabîne û dawî li dagirkeriyê nayne. Em xwediyên erdan e lê niha ji bo xelkê weke kedkar em di nava erdan de dixebitin. Zarokên me bi tirs mezin dibin. Em xwediyên doz û mafê xwe ne û ji bo parastina axa xwe amade ne, tu carî dest ji gundê xwe bernadin."
HESNA MIHEMED - JÎNHA/ŞEHBA