Gundekî berhemdar; Aşî Zade

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 8 Mijdar 2024 - 16:40

  • Gundê Aşî Zade yek ji gundên herî xweş ên devera Pişdere, ev gund dikeve li qontara çiyayê Mamend a ser bi bajaroka Helşo. Li vî gundî çar her çar demsal ten dîtin. Niha li gund hewayê payîzê hakime û dîmenek xweşik bi gund dibexşe. Gundê Aşî Zade yek ji gundên herî berhemdarên devera Pişdere.

Gundê Aşî Zade dikeve li qontara çiyayê Mamend a li bakur rojhilatê navçeya Qeladizê. 13 kilometrelik bir mesafe Qeladizê günü. Di aliyê îdarî de ser bi bajaroka Helşo ye û ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye.

Li bakurê gundê Aşî Zade, gundê Bêgelas heye, li başûrê wê gundê Hurêwe, li rojhilat bajaroka Helşo û li rojavayê wê jî gundê Alawe hene. Aşî Zade gündekÎ avaye û 34 mal lê hene. Piraniya şêniyên gund debera xwe bi karê çandinî û lawirvaniyê peyda dikin. 24 salin dibistan li vî gundî heye. Gundê Aşî Zade bi berhemên xwe yên çandiniyê yên wek, hinar, hêjîr, tirê, xox, bacanên sorû hwd dewlemende. Hêjîrên Aşî Zade li deverê navdarin.

Ev gund bi taybetmendiyên xwe yên xwezayî navdare, zivistanê bi befrê û di havînê de jî hewayek hênik li gund heye. Gelek kaniyên avê li gund hene. Navên hin ji van kaniyan evin; Kaniya Aş, Mêrgê, Kanî Hacî Simaîl, Hacî Birahîmê Darkêş û Kaniya Xirênewele ne. Hin ji van kaniyan demsala havînê jî ava wan naçike û xelkê gund bi ava van kaniyan çandiniyê dike.

ROJNEWS/QELEDİZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.