Li Elmanyayê şopên mîsyonertiyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 6 Mijdar 2024 - 16:50

  • Di Qirna Navîn de li Ewrûpayê gelek guhertin çêbûn. Sînor hatin guhertin, nexweşiyên mezin rû dan û di warê çandî de pêşketin çêbûn. Piştî ku Roma hilweşiya li seranserê Ewrûpayê bi destê misyoneran Xiristiyanî belav bû. Hin herêmên Bakur ên Ewrûpayê bi rêya misyoneran hatin dagirkirin û bûn Xiristiyan.

Beriya ku Xiristiyanî li Bakurê Ewrûpayê belav bibe nihêrîna paganîzmê li derî serwer bû lê bi wextê re ev yek guherî. Nexasim jî di sedsala 12’an de bi destê psîkoposê bi navê Otto yê Bambergî Xiristiyanî bêhtir belav bû.

Li bajarê Klotzow yê Elmanyayê kevirekî (bildstein) ku 900 sal berê hatiye çêkirin hate dîtin. Ev kevirê ku li ser fîgûrekî weke psîkoposan heye di hundirê malekê de hate dîtin. Peter Wittenberg dema xwest li mala xwe tadîlatê bike vî kevirî kifş kir. Piştî kifşkirina kevir pisporên vî karî li kevir kolan û dan zanîn ku ew berhemekî kevn e ku ji dema misyonertiyê maye.

Ji xwe fîgûrê li ser kevir hatiye teswîrkirin jî di destan de xaçek heye. Ji lewma ev kevir weke yek ji berhemên nîşaneya belavkirina Xiristaniyê ya Bakurê Ewrûpayê bi nav kirin. Her wiha lêkoleran da zanîn ku kevirekî bi vî awayî kêm car hatiye dîtin û ev nimûneyeke pirr baş e. NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.