UNESCO’yê di sala 1995’an de biryarek da û 23’ê Nîsanê weke “Roja pirtûkan û mafê telîfê ya dinyayê” îlan kir. Ji ber Miguel de Cervantes û William Shakespeare di vê rojê de mirine, ev roj hatiye neqandin. Roja Pirtûkan ya Dinyayê qederê 28 sal in tê pîrozkirin da ku xelk bêhtir pirtûkan bixwîne.
Her wiha UNESCO her sal “Peytextê pirtûkan yê dinyayê” jî dineqîne û ji bo sala 2023’yan jî peytexta Ganayê, Akra hatiye hilbijartin.
Li gorî lêkolîna UNECSCO’yê li dinyayê welatên herî zêde pirtûkan dixwînin jî hatin eşkerekirin. Li gorî encama lêkolînê di nav 10 welatên pêşîn de ji Asyayê 5, ji Ewrûpayê 4 welat hene û ji Efrîkayê jî welatek heye. Lêkolîn li ser esasê wexta ku xelk didin pirtûkan, hatiye kirin. Yanî di nav hefteyekê de xelkê çiqas wext ji bo pirtûkan veqetandiye li gorî vê yekê encam hatiye eşkerekirin.
Hindistan di lîsteyê de welatê yekem e. Li Hindîstanê kesek di nav hefteyekê de 10 saet û 42 deqîqeyan pirtûkan dixwîne. Çîn û Tayland jî di pey Hindistanê re tên. Li Taylandê di nav hefteyekê de 9 saet û 24 deqîqe û li Çînê jî xelk di nav hefteyekê de 8 saetan pirtûkê dixwîne.
Li welatên din bi dorê rewş wiha ye;
Filîpîn 7 saet û 36 deqîqe
Misr 7 saet û 30 deqîqe
Çekya 7 saet û 24 deqîqe
Swêd 7 saet û 6 deqîqe
Fransa 6 saet 54 deqîqe
Macarîstan 6 saet û 48 deqîqe
Erebistana Siûdî 6 saet 48 deqîqe
NAVENDA NÛÇEYAN