Li Kela Hewlêrê konser

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Mijdar 2021 - 23:43

  • Li Kela Hewlêrê pêr êvarê bi gelek zaravayên Kurdî muzîka Kurdî olan da. Bi giştî 14 stranbêjên ji Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ji bo vekirina Mala Muzîkê ya Zehawî hatin ba hev.

Li Kela Hewlêrê pêr êvarê bi gelek zaravayên Kurdî muzîka Kurdî olan da. Bi giştî 14 stranbêjên ji Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ji bo vekirina Mala Muzîkê ya Zehawî hatin ba hev.

Defjen Hazher Zehawî got, Mala Muzîkê ya Zehawî wê her mehê carekê konserekê organîze bike. Mala Muzîkê ya Zehawî wê piştî sersalê xebatên xwe bide destpêkirin.

Hazher Zehawî defjen e û ev bêhtirî 20 salan e ku defjeniyê dike. Weke rêûresmekê ji malbata xwe ew hînî defjeniyê dibe. Piştî muzîka 25 salan li gelek deverên cîhanê ew biryarê dide ku Mala Muzîkê ya Zehawî li Hewlêrê veke. Konsera vekirina wê jî li Mîrateya Cîhanê ya UNESCO´yê li Kelaha Hewlêrê organîze kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.