Bi aqilê çêkirî stran restore kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:06

Hin stranên Paco de Lucia ku berê qet nehatibûn belavkirin bi rêya teknîkên dijîtal ango bi aqilê çêkirî hatin restorekirin. Paco de Lucia kesayeteke girîng e ji bo muzîka Spanyolî û her wiha ya cîhanê.

Stranên gîtarîstê Spanyolî Paco de Lucia ku berê qet nehatine bihîstin piştî 65 salan di albûmekê de hatin kom kirin. Albûma ku bi aqilê çêkirî hatiye hazirkirin ji 21 stranan pêk tê. Ew ê albûm di 17’ê Gulana 2024’an de were belavkirin. Lê beriya albûm were belavkirin du stranên wî yên bi navê “Me Falta La Resistencia" û "Buleria de Nino Ricardo" li ser platformên dijîtal hatin weşandin.

Di van salên dawî de aqilê çêkirî di gelek warên hunerê de tê bikaranîn û xelk ji vê derfetê sûd werdigirin. Sala çûyî jî strana bi navê “Now and Then” a Beatles ku wan di sala 1978’an de qeyd kiribû dîsa bi rêya aqilê çêkirî hatibû restorekirin û paşê jî li ser platformên dijîtal belav bûbû. 

MADRÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.