Muzîk mejî zindî dihêle

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 00:47

Muzîk tenê ne ji bo ruh her wiha ji bo mejî jî dermanekî bi hêz e. Nexasim jî gava temenê mirov mezintir dibe girîngiya muzîkê zêdetir dibe. Ji lewma bi saya muzîkê mirov dikarin hişê xwe zindîtir bigirin û bi vî awayî mejiyê xwe biparêzin. 

Li gor lêkolîneke dawî ya “International Journal of Geriatric Psychiatry” tenê ne guhdarkirina li muzîkê wekî din jenandina amûran jî hişekî zindî bi kesên temen mezin re çêdike. Lêkoleran di vî warî de ji kesên di ser 40 salî re doneyan kom kirin û bi 1100 kesî re hevdîtin pêk anîn. Yek ji lêkolerên vê projeyê Anne Corbertt ji BBC’yê re axivî û got; “Ji bo ev xebat pêk were tesên hesas ên mejî pêk hatin. Bi rêya çareserkirina hin pirsgirêkan em dikarin di derbarê fonksiyonên mejî de hin tişan fêr bibin.”

Piyano mejî ter û teze dihêle

Anne Corbett di derbarê tesîra muzîkê ya li ser mejî de jî got; “Me li efektên muzîkan, li stran û xwendina stranan kola bê ka tesîreke çawa li mejiyê insanan dikin. Me dît ku kesên li enstrumanên muzîkê dixin mejiyê wan zindîtire li gor ên din. Nexasim ji kesên ku li piyanoyê dixin. Gava ku ev kes li enstrumanan dixin çav, dev û destên xwe ji bo mejî koordîne bikin dixebitin. Ji xeynî jenandina amûran her wiha kesên ku stran dibêjin jî mejî ter û teze digirin, ev yek bi awayekî xwezayî pêk tê.”

Zehmet e lê hêja ye

Anne Corbett bi bîr xist ku mejî jî masûlkeyek e û divê weke hemû masûlkeyên din ên bedena insan were xebitandin û got; “Fêrbûna jenandina enstrumanên muzîkê û gotina stranan hinek zehmet e, çawa ku mirov fêrî zimanekî nû bibe. Elbet muzîk bi tena serê xwe nikare mejî zindî bihêle lê hêjaye ku di temenên mezin de jî perwerdeya muzîkê were girtin. Ji lewma bi saya muzîkê nexweşiya demansê derengtir dibe. Ji xwe ev xebata me jî nîşan dide ku mirov her çend extiyar bibe jî dikare bi hin rê û rêbazan mejiyê xwe zindî bihêle û tenduristiya xwe biparêze.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.