Bi dirûşma “Em sîmayên nasnameya xwe ji rengê Rojava xêz dikin” Pêşangeha 9’emîn a Hunera Şêwekariyê di 17`ê Hezîranê de hatibû vekirin. Di roja xwe ya sêyemîn û ya dawî de gelek hunermend, rewşenbîr û kesên ku bi çand û hunerê re eleqedar in di pêşangehê de amade bûn.
Di pêşangehê de cîgerê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîel Şamûn axivî û got: ’’Em gelekî kêfxweş in, ku ciwanên me tev li vê pêşangehê bûn û berhemên xwe pêşkêş kirin. Her wêneyek xwedî nameyekê ye. Divê hunerên keç û xortan veşartî nemînin. Divê hunera wan di asta navneteweyî de werin pêşandan."
Piştre endamên komîteya nirxandinê Henîf Hemo, Emîn Ebdo, Monîr Şêxî axivîn û nirxandinên xwe der barê roja dawî ji pêşangehê kirin û gotin, "Em spasiya her kesê beşdarî vê pêşengehê bûne dikin."
Komîteyê diyar kir ku li gorî pîvanên hatibûn diyarkirin, tablo hatin pêşkêşkirin. Komîteyê diyar kir ku ev pêşangeh ji 2016’an de tê vekirin.
Di dawiyê de jî komên stranan, stranên Kurdî û Erebî pêşkêş kirin.
ANHA/QAMIŞLO