Îlhama ji têkoşîna civakî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 29 Tebax 2023 - 16:15

Rappvanên li Elmanyayê, vê dawiyê, êdî ji metnên li dijî çînayetiya civakê, neheqiyên civakî û siyasî dûr ketine. Lê navek niha ji nû ve balê dibe ser van mijaran û metnên wî îlhama xwe ji têkoşîna civakî digirin. Ew jî rappvanê Kurd ê ji Strasbourgê, M47 e. Navê wî yê fermî Selahattîn Tekîn e û ew Mêrdînî ye. Ji ber ku ew li getoyeke Strasbourgê mezin bûye, di metnên stranên wî de ev xwe dide der. Ew hê pirr ciwan dikeve nav sûcên ciwanên getoyan û demeke pirr dijwar jî li pey xwe dihêle.

Ew ji derdora hip-hopa Fransayê bêhtir, tesîrê li hip-hopa Elmanyayê dike. Ew hem bi Fransî û hem jî bi Elmanî dibêje. Bi her halî her diçe bêhtir ciwanên li Fransa û Elmanyayê li muzîka wî dihisînin û dibe ku M47´ê ji 2018´an ve darîçav bûye, bibe starekî nû yê Kurd ê muzîka rappê li Elmanyayê.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.