Bi tena serê xwe lê weke orkestrayekê!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Mijdar 2023 - 00:23

Xelkê beriya bi 100 yan jî 150 salan çawa li muzîkê guhdarî dikir? Mirov dikare bibêje xelkê bi rêya gramofonan ango plakan li muzîkê guhdarî dikirin. Gramofon her çend amûreke nû ya muzîkê be jî di warê kalîteya dengî de xwedî hin kêmasî bû. Hin kesên bi siûd, heger xwedî amûrên muzîkê bûna, dikarîbûn li mala xwe bi awayekî zindî muzîk îcra bikirana yan jî guhdarî bikin. Herçî orkestra bûn, wan jî tenê li salonan konser didan û derfetê her kesî nîn bûn ku beşdarî van konseran bibûya. Heta destpêka sedsala 20’an rewş bi vî awayî bû.

Li serê destpêka sedsala 20’an amûreke nû ya muzîkê ya bi navê “Hupfeld Phonoliszt-Violina Model B” derkete holê. Ev amûra nû bi serê xwe, yanî bêyî kesî dikarîbû li piyanoyê bixe û dengê kemanê jî derxe. Ew bi ruloyên kaxez û metal dixebitî û dikarîbû gelek denge muzîkên cihê derxe. Yanî gava xelkê li dengê piyanoyê guhdarî dikir di heman demê de du kemanan jî lêdixist. 

Enstrûmaneke bêhempa ye

Lê çi heyf her kesî nikarîbû vê amûra afirîner bi dest bixe yan jî bikire. Ji ber ku ew pirr biha bû û tenê kesên ku hal û wextê wan û helbet abora wan xweş bûya, dikarîbûn vê amûrê bikirin!  Galeriya antîkayan ya bi navê MS Rau ya li New Orleansê, dide zanîn ku li dinyayê tenê 63 amûrên “Hupfeld Phonoliszt-Violina Model B” hene û yek ji wan jî li galeriya wan e. MS Rau dibêje, “Ev amûr yek ji wan amûrên herî pêşketî yên wextê xwe ye ku bi awayekî otomatîk weke  orkestrayekê dengan derdixe. Hem piyano hem jî keman xwedî dengên dînamîk in û dengên ku berê kêm hatine bihîstin, derdixin. Enstrûmaneke bêhempa ye, hin besteyan weke muzîkjenên bi rastî dijene ev amûr, xwedî hêz û afirîneriyeke balkeş e. Ev amûr herî kêm dikarin 900 besteyên muzîkê yên ji hev cuda bêyî muzîkjenan lêxin.”

NEW ORLEANS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.