Mîhrîcan wê bi pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) bi dirûşmeya "Em bi çanda xwe re hene, em bi berxwedana xwe re dimeşin" were lidarxistin.
CDK-S û YJK-S’ê têkildarî mîhrîcanê daxuyanî dan û gotin, “Ev mîhrîcan ne tenê şahî yan jî çalakiyek çandî ye; ew eniya çandî ya ji bo parastina bîra gel û meşa ber bi rojên azad e. Ew ê bibe rojeke ku jin û ciwan xwedî lê derkevin û ruhê berxwedaniya çand û hunerê digihêjin hev.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê nasname, ziman û çanda gelê Kurd di şert û mercên dîasporayê de ji nû ve were hilberandin û parastin.
CDK-S û YJK-S’ê daxuyandin ku mîhrîcan wê ruhê berxwedana Pêngava 15'ê Tebaxê jî hilgire û banga beşdariyeke xurt li her kesî kirin.
Çanda me siberoja me ye
Berdevka Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Fatma Şik û endamê enstîtuyê Veli Eren ên ku di merasîma mezûnbûna qursên zimanê Kurdî de axivîn, banga beşdarbûna mîhrîcanê kirin û gotin: “Ev mîhrîcana ku wê cara yekem bê lidarxistin, ne tenê kombûnek e; ew berxwedana ziman, huner û nasnameya me ye. Em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî beşdarî mîhrîcanê bibin.”
Komuna Jinan a Sema Yuce ku li Cenevreyê xebatên xwe dimeşîne banga beşdariyeke xurt kir. Naile Budak li ser navê komunê axivî û got, "Em bang li hemû jin, ciwan û gelê xwe dikin ku ji bo parastina çand, ziman û nasnameya xwedi 23’yê Tebaxê de bi ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê beşdarî mîhrîcanê bibin.”
Huner, berxwedan û coşî
Hunermend Rojda, Lawje (Alî Tekbaş), DJ Qoser, Şengul Aslan, Kurdische Kollektiv, Delîl Tofan, Govenda Swîsreyê wê di mîhrîcanê de derkevin ser dikê. Di mîhrîcanê de wê qadên lîstikê yên taybet ên zarokan, atolyeyên çand û hunerê, stantên xwarinên herêmî yên Kurdî, cih bigirin.
ANF