Navenda Kazîwe ya Zarokên Qeladizê bi dirûşmeya “Zarok hêza pêşeroja me ne” festîvalek taybet ji bo zarokên Qeladizê lidar xist.
Li Hola Şarekem ya Qeladizê ya ser bi Îdareya Raperînê, wekî çalakiyek ya salane, Navenda Kazîwe ya Zarokên Qeladizê festîvalek ji bo zarokan lidar xist. Gelek zarok beşdarî festîvalê bûn ku têde şiyanên hunerî, jêhatî û karên destan yên zarokan hatin nîşandan.
Çalakî bi dirûşmeya “Zarok hêza me ya pêşerojê ne” û bi beşdariya xizmên zarokan, hejmareke girîng ji kesayetiyan, beşên cuda yên civakê û zarokên deverê, bi lidarxistina çalakiyên cûr bi cûr hate lidarxistin.
Di festîvalê de, belgefîlmek li ser dîroka çalakiyên Navenda Kazîwe ya Zarokên Qeladizê hate nîşandan. Her wiha pêşangehek ji hunerên destan, tablo û wêneyên ku ji aliyê zarokan ve hatine amadekirin, hatin nîşandan. Her wiha gelek şano, muzîk û stran ji hêla zarokan ve hatin pêşkêş kirin.
Li gorî yek ji organîzerên festîvalê, armanca vê festîvalê bîranîna xebatên Navenda Kazîwe ya Zarokên Qeladizê ya salane, her wiha nîşandana jêhatîbûn û şiyanên zarokên bajarokê Qeladizê, balkişandina ser zarokan, dabînkirina jîngeheke xweş û guncaw ji wan re ye.
ROJNEWS/QELEDIZÊ