MA’yê li Mexmûrê kargeha muzîkê li dar xist

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Tebax 2025 - 00:42

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) koma Ma mûzîkê ji bo zarokan kargehên mûzîkê lidarxist. Kargeha mûzîkê ku sê rojan berdewam kir û bi konserekê bi dawî bû, ji bo zarokan bû cihê keyfxweşî û kelecanê. Destpêkê li parka 4’ê Nîsanê, piştre li parka şehîd Aryen Cudî ji bo zarokan kargeh hat lidarxistin, her wiha di kargehan de rîtim, xêzkirina wêne, govend û stran gotin hebû.

Di roja dawî de jî orkestraya ku ji zarokan pêk dihat mûzîkên xwe pêşkêş kirin û herî dawî jî endamên Ma mûzîkê konserek da û kargeh bi dawî bû.

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.