Li kampa koçberan Ayn el-Hîlve ya li başûrê Lubnanê şer qewimî. Hat ragihandin ku 20 kes di şer de birîndar bûne.
Li gorî ajansa nûçeyan a neteweyî ya Lubnanê, komên Îslamî û şervanên rêxistina El Fetih a di bin lîdertiya Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas de li kampê şer kirine.
Ji ber şer şeva Pêncşemê bi dehan malbat bi zarokên xwe re reviyan bakur û hinekan jî xwe spart mizgeftek li nêzî wan deran. Li gorî medyaya herêmî di şer de çekên otomatîk û roketavêj hatine bikaranîn. Hat ragihandin ku sihara Îniyê jî 20 kes birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN