Li JÎN ART pêngava çand û hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Tîrmeh 2024 - 00:55

  • Li Jîn Art Huner a li Îzmîrê di qada çand û hunerê de xebatên xwe didomîne, qeydên qursan dest pê kirin. Her wiha bernameya wê ya meha tebaxê jî diyar bû. 

Li Jîn Art Hunerê ku di 11’ê gulanê de li Semta Basmane ya li navçeya Konak a Îzmîrê hate vekirin qeydên qursan dest pê kirin. Ji bo erbane, batarî, tembûr, keman, piyano, kopûz, gîtar û qûrsên folklorîk dest bi qeydan hate kirin. Eleqeya ji bo dersên ku wê bi kurdî û tirkî bên dayîn zêde ye. Xelk dikare her roj di navbera saet di 09.00’an û 21.00’an de ji bo qursan serî li Jîn Artê bidin. Jîn Artê ji bilî qursan dest bi amadekariyên vekirina atolyeya ji bo zarokên di navbera 4 û 15 salî de jî kir.   

Bernameya meha tebaxê ya Jîn Artê jî diyar bû: 

* 4’ê tebaxê: Konsera Kasim Taşdogan 

* 9’ê tebaxê: Konsera Agirê Zerdeşt 

* 11’ê tebaxê: Nîşandana fîlmê li Kurdistanê Mij û Şev 

* 17-18’ê tebaxê: Stend-up a yek kesî ya Salih Yildizoz 

* 24’ê tebaxê: Konser 

* 25’ê tebaxê: Konsera Hunermend Tûran Şengul  

* 31’ê tebaxê û 1’ê îlonê: Lîstika şanoyê ya yek kesî ya Nazmî Karaman  

Atolyeya zarokan 

Yek ji xebatkarên Jîn Art Hunerê Ayhan Gurbuz, diyar kir ku ji eleqeya zêde keyfxweş in û got:“Em ji bo ku çand û hunera xwe bidin nasîn digihin armancên xwe. Me armancên cudatir jî danîn pêşiya xwe, em di vê çarçoveyê de bernameyên xwe yên mehane derdixînin.” Gurbuz, da zanîn ku qursên weke erbane, piyano, tembûr, kopûz, keman û folklorê vekirine û da zanîn ku wê qursan zêde bikin û ji bo enstrumanên cudatir jî qursan vekin. Gurbuz, anî ziman ku di heman demê de xebatên atolyeyê yên ji bo zarokan jî di rojevê de ne û got:“Atolyeya çand û ziman a ji bo zarokan wê ji bo zarokên di navbera 4 û 15 salî de be. Armanc ne tenê hînkirina enstrumanê ye, armanc vegotina çanda me ye jî. Em hewl didin çand û hunera Kurdî bi gelê xwe yê li tevahiya Herêma Egeyê bidin naskirin û di nava çarçoveyeke berfirehtir de mezin bikin. Ev me gelek kêfxweş dike. Em bi gelê xwe re di nava hesteke hevpar de li hev dicivin.” 

Em li benda malbatên xwe ne

Gurbuz, diyar kir ku dikarin li ser medyaya dîjîtal jî serlêdanan bikin û anî ziman ku xebatên wan ên perwerdehiyê zêdetir bi Kurdî tên kirin. Gurbuz, bal kişand ser meha tebaxê û got:“Em dixwazin bi stranbêjên herêmî re yek bi yek biaxivin û tev li aktîvîteyên xwe bikin. Ew ê li eywana me ya konferansê aktîvîteyên me yên weke fîlm, şano û konserê pêk werin. Armanca me ew e ku xebatên xwe bêtir bigihînin gel û girseya xwe zêdetir bikin. Em bang li malbatan dikin ku hêj zêdetir bên saziyê û serlêdanê bikin.”

MA/SEMRA TÛRAN/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.