- Hin caran mirov li hilberîneriyên xwe yên kevn vedigere û ji wan tiştên nû derdixe. Tûng Nam jî yek ji wan hunermendan e ku koleksiyonên xwe diparêzê û hin caran li koleksiyonên xwe yên berê vedigere. Ew sêwirînerê grafîkan û îllûstrator e û li Hanoî dijî.
Tûng Nam beriya deh salan ji bo ku li cihekî stajê bike xebateke bi navê “Endangered Species Stamp Collection” (Cureyên Di Bin Xetereyê de-Koleksiyona Pûlan) pêk tîne. Piştî salan dîsa li heman xebata xwe vedigere û vê carê jê berhemeke cuda derdixe.
Di nav pûlên rengo rengo yên Tûng Nam de ku bi desen û temayên geometrîk çêkirine de qederê 15 cureyên heywanan ên ku êdî ew bi tinebûnê re rû bi rû mane hene. Li ser pûlên Tûng Nam di heman demê de navê van heywanan ên bi Latînî û senifandina wan a fermî jî heye.
Tûng Nam dide zanîn ku wî bi vê projeya xwe xwestiye xweşikiya van heywanan nîşan bide û wan biparêze. Ji bo ew ji hêla insanên din ve jî werin parastin dixwaze û îlhamekê ava bike û dibêje; “Heywanên ku min balê biriye ser wan bêhtir ew heywan in ku li Vîetnamê dijîn. Gelek ji van heywanan heger neyên parastin ew ê di siberojê de nifşê wan nemînin. Ji bo ku xelk hay ji vê meseleyê hebin û wan nas bikin min ev projeya îllûstrasyonan bire serî.” HANOÎ