- Her mirovek xwedî behremendiyeke taybet e, lê gelek caran ji bo avêtina gavên xwe yên destpêkê hewcedarî sedemkarekê ye. Helbestvan Hemîd Yûsif El Receb yek ji wan kesan e.
Hemîd Yûsif El Receb di sala 1952’yan de ji malbateke ku bi çanda xwe ya erebî ve girêdayî, hatiye dinyayê, ji êla Xewatna ya li bajarê Holê yê li başûrê bajarê Hesekê ye. Ji ber kêmbûna dibistanan li herêmê El Receb di zaroktiya xwe de ji xwendinê bê par mabû, lê di ziman de bi rastiya xwe ve girêdayî ye û xwediyê behremendiya rewanbêjiyê bû.
El Receb jî pir ji jiyanê fêr bûye. Di 14 saliya xwe de hezkirina wî ya helbestan dest pê kiriye û di 20 saliya xwe de tevî ku ne xwenda bû dest bi hûnandina helbestên xwe yên pêşîn kiriye. Hevalên wî moral didayê, ew fêrî xwendin û nivîsandinê kir û bi vî awayî karîbû malikên helbestan yên ku çêdikir binivîsîne.
Ji ber rewşên jiyanî El Receb demekê ji hûnandina helbestan dûr ketiye û bi kar û barên debara jiyanê re mijûl bûye. Di 13’ê Mijdara 2015’an de Hêzên Sûriya Demokratîk bajarê Holê rizgar kir, pê re jî jiyan vegeriya bajêr, piştî ku DAIŞ`ê ew bajar kiribû dojeh. Vê bûyerê bandor li El Receb kir.
Li ser şer, gerîla û şehîdan dinivîse
Dema ku gel dest bi birêxistinkirina xwe kir û tev li saziyên xwerêveberiyê û hêzên leşkerî û ewlehiyê yên li herêmê bû, carekê vexwendinek ji Hemîd El Receb re hat ji bo beşdarbûna çalakiyekê ku li bajêr hate lidarxistin. Piştî wê çalakiyê dîsa El Receb dest bi nivîsandina helbestan kir.
Her ku dem derbas dibû Hemîd El Receb fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas dikir, wî jî hewl da ku tiştên tê gihaştiye, bi helbestan bîne ser ziman. Hemîd El Receb helbest li ser şervanên li eniyên şer nivîsî, her wiha li ser şehîdan û çîrokên wan û li ser gerîlayan jî nivîsand. Hemîd El Receb di heman demê de li ser Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî, bi taybetî azadiya jinan, helbestan dinivîse û ji civakê re rave dike.
Hemîd El Receb dibêje Rêber Abdullah Ocalan ji her kesî dixwaze ku erkên xwe pêk bîne, lewma ew jî wek helbestvan, tiştê dikeve ser milê wî dike. ANHA/HESEKÊ