Xewnên ku bi defê pêk tên

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 18:15

  • Piştî Şoreşa Rojava, Rêveberiya Xweser gelek navend û sazî  vekirin ji bo ku jin xewnên xwe pêk bînin yan jî kar bikin. Def jî beşek ji beşên orkestrayê ye, girêdayî Desteya Çandê ya kantona Cizîrê ye.

Di beşa defê de gelek jinên ciwan xewnên xwe pêk tînin û hunera Kurdî diparêzin, fêrî lêdana defê dibin.  Cîhan Şanbaz û şagirta wê Fîdan Bîlal li ser beşa defê ji ajansa me re axivîn.

Mamosteya defê Cîhan Şanbaz behsa destpêka vekirina beşa defê û armanca wan bi vê yekê kir û got: "Ev nêzî 4 salan e navenda orkestrayê hatiya vekirin û beşa defê jî bi vekirina navendê re hat avakirin. Navenda orkestrayê cara yekem bi piştgiriya Desteya Çandê li Rojava hat vekirin. Armanca me bi fêrkirina amûrên çanda Kurdî, bi taybet defê ew e ku em çanda Kurd nûjen bihêlin û hunera xwe biparêzin. Di destpêkê de hinek zekmetî hebûn ji aliyê amûrên muzîkê ve amûr kêm bûn, carna em hewceyî amûrek dibûn amûr bi xwe peyda nedibû lê bi alîkariya Desteya Çandê her tişt hêsan bû."

’42 şagirt fêrî lêdana defê dibin’

Cîjan Şanbaz diyar kir ku 42 şagirtên wan hene û wiha berdewam kir: "Dema ku dibe havîn şagirt pir zêde dibin ji ber ku di wê demê de dibistan girtî ne hejmara şagirtan zêde dibe û dema dibe zivistan hejmar kêm dibin ji ber ku dibistan tên vekirin. Di dema niha de 42 şagirt fêrî lêdana defê dibin. Di hefteyê de 2 roj perwerde heye ji demjimêrek heta 2 demjimêran e."