Li ser şopa NÇM’yê JÎN Art vedibe

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Gulan 2024 - 00:57

SEMRA TURAN / MA / ÎZMÎR 

JÎN Art Huner (Mala Hunerê ya JÎN Artê - JÎN Art) ku bi mebesta çand û hunera kurdî bigihîne nifşên nû li Îzmîrê hatiye avakirin, dê di 11’ê gulanê de di salvegera wefata Hozan Mizgîn de bê vekirin. JÎN Art xwe li ser şopa Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi rêxistin dike. Sazî, li semta Basmane ya navçeya Konakê ye û bi meha ye amadekariyên vekirina xwe dike. Qursên perwerdeya zimanê kurdî, muzîk, şano û sînemayê jî beriya vekirina fermî hatin destpêkirin. Sazî ji bo zarokên 4 salî heta welatiyên di her temenî de perwerdeyên def, tembûr, baterî, piyano, gîtdar û govendê dide. Di her roja hefteyê de ji saet 09.00’ê heta 21.00’ê vekirî ye. Di qursan de li ser teorî û pratîka muzîkê xebat tên meşandin. 

Muzîkjen Hogir û Koma Agirê Zerdeşt dê di pîrozbahiya vekirinê de derkevin ser dikê û bi vê wesîleyê stranên Hozan Mizgîn bistirên. Di heman demê de dê sînevîzyoneke ku jiyan û têkoşîna Hozan Mizgîn vedibêje jî ew ê were nîşandan. 

Ji rêveberên saziyê û perwerdekar Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn, da zanîn ku ji bo domandina kevneşopiya NÇM’ê û parastina çand û hunera kurdî JÎN Art vekirine. Bîtkîn, got: “Beriya her tiştekî em dixwazin bandoreke çandî di jiyanê de ava bikin. Em dizanin ku NÇM’ê ev bandor çêkiriye lê belê em dixwazin bi JÎN Artê vî ruhî bidomînin. Bi sala ye li Îzmîrê di mijara çand û hunerê de xebatek nehatiye kirin. Dê ev xebat bandorekê mezin li ser çand û hunera kurdî bike. Em naxwazin tenê bi Îzmîrê re bisînor bimînin.” 

Israra ziman israra xwebûnê ye 

Bîtkîn, anî ziman ku dê xebatên wan bi zimanê dayikê bên kirin û wiha pê de çû: “Israra di zimanê kurdî de, israra di xwebûnê de ye. Tiştekî mantiqî nîne ku mirov perwerdeya çanda kurdî bi zimanê tirkî bide. Wê demê dê veguhere oto asîmîlasyonê. Wê demê tu wateya xebatê namîne. Ziman û çand girêdayî hev in. Mirov nikare ji hev cuda bike. Temamiya perwerdeyên li vê derê bi kurdî ne. Di vê serdemê de polîtîkayên pişaftinê pir zêde ne. Ev jî bandoreke neyînî li ser civakê dike. Jixwe dê perwerdeyên me yên zimanê kurdî jî bên dayîn. Bi taybet jî dê perwerdeyê bidin zarokên qet bi kurdî nizanin. Temamiya atolyeyên me dê bi zimanê kurdî bên dayîn.” 

Em diyariyê Hozan Mizgîn dikin

Di berdewamê de Bîtkîn sedema vekirina saziyê ya di 11’ê Gulanê de jî wiha anî ziman; “Ev dîrok ji bo me girîng e. Ji ber ku salvegera wefata hunermenda kurd Hozan Mizgîn e. Hozan Mizgîn yek ji pêşengên hunera azad e. Jineke berxwedêr e, ji bo hunera azad, ji bo gelê xwe têkoşîneke mezin da. Lewma em vekirina saziya xwe diyarî Hozan Mizgîn dikin. Em keyfxweş in ku di rojeke wiha de saziya xwe vedikin.” 

11’ê Gulanê werin pîrozbahiyê

Ji rêveberên saziyê û perwerdekaran Yilmaz Erîncîk jî da zanîn ku peyva “Jîn” di kurdî tê wateya jiyanê û “Art” jî di gelek zimanan de tê wateya huner û zanistê û wan jî ev her du peyv anîne cem hev û dest bi meşa xwe kirine. Erîncîk, wiha domand: “Armanca me ew e ku di xebatên xwe de çand û jiyana hunerî binirxînin. Di sala 2023’yan de me dest bi amadekariyan kir û niha temam bûn. Em ê di 11’ê gulanê de saziyê vekin. Dê çalakiyeke me ya vekirin û bîranînê bê lidarxistin. Ji ber ku me vekirina wê diyarî hunermenda şoreşger Gurbet Aydin kir. Em tevahiya gelan vedixwînin vê pîrozbahiyê.” 

Li Îzmîrê pêdivî bi vê saziyê heye 

Erîncîk, daxuyand ku dê di demên pêş de saziya wan ji bo hemû gelan xebatan bimeşîne û wiha pê de çû: “Ji ber zextên salên 90’î gelek kes ji gundên xwe koçî Îzmîrê bûn. Malbata min jî yek ji wan e. Ji ber zextan, malbatên me nedixwestin em li dibistanan bi kurdî biaxivin.  Zextên li ser saziyên cemaweriyê em ji zimanê me qut kirin. Hewcehiya kurdên li Îzmîrê bi hînkirina çand û zimanê kurdî heye. Em dixwazin ji vê daxwazê re bibin bersiv. Ziman, nasnameya gelekî ye. Dê li JÎN Artê qursên kurdî û xebatên çandî bên kirin. Her wiha xebatên şano, sînema û muzîkê hene. Xwendekar tên saziyê, hem xwe digihînin hem jî xizmetê ji gel re dikin.”

Em ê meclîsên çandê ava bikin 

Erîncîk got ku huner di heman demê de xweparastineke û axaftina xwe wiha qedand: “Rêbazên şerê taybet ên weke tiryakê li dijî ciwanên gelê kurd pir tên bikaranîn. Hedefa me ew e ku kolanên Îzmîrê veguherînin qadên çand û hunerê. Em ê vê jî bi avakirina Meclisên Çandê bikin. Li gorî min em ê bi hunerê bikarin van êrişan vala derxînin û dahatûya xwe ava bikin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.