Kopyeya ‘Mîrzayê Piçûk’ tê firotin

Nûçeyên Çand/Huner

În 25 Cotmeh 2024 - 17:15

  • Kopyeyeke pirtûka Saint-Exupéry a bi navê “Le Petit Prince” (Mîrzayê Piçûk) ku bi daktîloyê ji hêla nivîskar ve hatiye sererestkirin tê firotin. Wisa tê texmînkirin ku ew ê ev kopyeya pirtûkê bi 1.25 milyon dolarî were firotin. Ev kopyeya hanê di vî warî de ji sê kopyayên herî girîng e.

Li gel kopyeya pirtûkê her wiha nîşeyên ku nivîskar bi xwe girtine jî hene. Li gor sererastkirinan diyar dibe ku nivîskar li ser pirtûkê guhertinan çêkiriye. Gotina navdar “Mirov tenê dikare bi nihêrîna dil rastiyê bibîne. Tiştên rasteqîn bi nihêrîna çavan nayên dîtin” a di pirtûkê de jî cara ewil li ser vê kopyayê hatiye nivîsandin.

Pirtûkfiroş û pisporê wêjeyê Peter Harrington ku li Londonê dijî di derbarê kopyeya pirtûkê de got; “Di vê nimûneya pirtûkê de tê dîtin ku nivîskar hin hevokên pirtûkê guhertine û halê dawî daye pirtûkê.”

Pirtûka “Le Petit Prince” di sala 1943’an de li Emerîkayê bi Fransî û Ingilîzî hate çapkirin. Paşê di sala 1946’an de li Fransayê jî hate çapkirin. Ev pirtûk ji xeynî hin metnên olî yek ji wan pirtûkan e ku li dinyayê herî zêde bi zimanên cuda hatiye wergerandin. NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.