Stranên dilê hunermendekê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 27 Cotmeh 2024 - 18:00

  • Nazan Azerî bi firçeya xwe ya ku bêhtir rengê şîn û sor tê dide, li newekheviyê dikole. Bi pêşangeha xwe ya nû ya li Loft Art a bi navê “Stranên dilê min” firsendeke nû dide bîneran da ku karibin bi nihêrîneke cuda bi meseleyên newekheviyê dakevin û ji xwe pirsan bikin.

Pêşangeha Hunermend Nazan Azerî ya bi navê “Stranên dilê min” li Loft Art ya li Levent ya Stenbolê cih digre, heta 1’ê Kanûnê wê bidome. Pêşangeh li gel berhemên hunermend yên demên dawî, wêneyê ku ev zêdeyî 30 salane çêkiriye, xebatên wêne û dîmenên ji cûrên cûda tîne ba hev.

Di berhemên Nazan Azerî de ku di havîna 2021’an de dest bi çêkirina rêze berhemên xwe yên li ser kaxeza bi dest û boyaxa cîla çêkirî, dû reng serwer e; şîn û sor.

Divê beşa ku bi navê ‘Demê hatî jibîrkirin û niha’ li hemberî çand-xwezayê weke serîrakirinê hilberandiye, çanda mêr/ bi şîn xweza jin/ li dijî sor hunandiye. Hunermend sîstemên ku newekheviyê avakiriye, lêpirsîn dike. Di van wêneyan de di gerdûna ku li hevhatî de pisîk, kûçik, kîvroşk, lawirên weke pezkûvî, bi jin û zarokan li gel hev in.

Di xebatên seramîk yên ku hunermend nû destpêkirî de, ji derveyî vê beşê berdewam dike, xebatên wê yê berê ên ku bi heman temayî di pêşangehê de cih daye. 

 

 

Berteka li dijî şer û dûalîteya jiyan-mirin

Nerazîbûnên li dijî şerê Iraqê yê di sala 2002’an de bilind bûye, teyîsî xebatên Nazan Azerî ya bi navê ‘di bîra min de ye’ ku li ser çekên lîstok gul daniye. Bi vê xebatê destpêkir, hunermend ku cuda jiyan-mirinê diteyisîne, sêgoşeya ku bi tirs dibêje derxist holê. Karê dûyem yê vê beşê ya Nazan Azerî di xebata xwe ya bi navê ‘vegera min’ li ser bebekên pêlîstok vegerandina hilberîna nîskê kir wêne.

Di helqeya dawî ya sêyan de, vê pêvajoya hunerê li ser bedena xwe dûbare kir. Divê performansa dawî ya bi navê ‘Mezinbûn’ di halê şerîdan de niskên ku di nava pembû de hilberandî, hunermend her roj li ser bedena xwe dike, di dawiya pêvajoyê de sê wêneyên ku qonaxan nîşan dide hilbijart û performansa xwe ji bo me pêşkêş kir.  

Ji performansên wêneyan hilbijartinek

Nazan Azerî di rêze xebata xwe ya bi navê ‘ez û amurên xwe’ ku ji wêneyan pêk tê de, ji teyisînên cûda yên malê, em ruyê cîranê hunermend dibînin. Teyîsinên li ser amûrên ku jinek ya malê di karê malê de bi kartîne dîmenên ku li wêneyê xwe digere bi tirs û di aqilan de mayîn e.

Beşa ‘Kirde ez qehreman’ qehreman superman dixe bin mercekê. Tîşortek ku li ser karektera Superman hatî zeliqandin, divê performansê de hatiye şûştin, raxistin û kewî kirin. Herî dawî jî Supermen kulmek li ser ruyê wê jina ku can hemû karên malê dike dide.

Amûra ku di wêneyê ji beşa bi navê ‘kirdeezhermafrodit’ de bi karanî kirde jî topek ya futbolê ye. Vê nîşaneya mêrîtiya civakî ya hatiye avakirin mîna bi hîcab û perûkan bi amurên jinan re tîne ba hev. Yek ji şêwazê vegotinê ya balkêş ku Nazan Azerî bikar tîne jî karê vîdeoyê ye. Kirdeyên ku bikar aniye cardin pêlîstokin, cilên bûkaniyê yê dayika wê, kevçik çetel, malzemeyên makyajê û yên weke wê ne.

Karên bi dimen yên bi navên weke ‘Bebek’ (2000) ‘rojekê’ (2001) û cilên bûkaniyê yê dayika xwe li çiqek yê darekê daye hem bi awayek gelek bi hêz û hem jî bê çare di bayên bi hêz de dihêje, xebata bi navê ‘cilên bukaniyê yê dayîka min nehatiye nixumandin’ (2009) hûn dikarin di pêşangehê de temaşe bikin.

Di çarçoveya pêşangeha ku heta 1’ê Kanunê dê bimîne vekirî de, wê di 2’ê mijdarê roja şemiyê di saet 15:00’an de di axaftina pêşangehê de hunermend Nazan Azerî, kurator Nergîs Abiyeva û nivîskar Uraz Kizil werin ba hev.

 

 

‘Cîhan di hundirê hunermend de diteyise’

Nazan Azerî hestên xwe yên ji bo pêşangehê wiha rave kir; “Ev beşek biçûk a jiyana hunerê ku emrek jêre hatiye xerckirin e. Taybetmendiyek wiha ya vê pêşnegehê çêbû. Ji karên ku min di navbera salên 2000-2003’an de hilberandî, me kêmek hilbijart û ji sala 2001’an ve bi 7-8 wêneyên ku min çêkirî, karên min yên dawî hê berfirehtir cih girt. Dema mirov lê meyze dike xalên hevpar dibîne… şêwe cûda jî be zîhniyata hevpar heye. Ji ber 24 sal derbas bûye, ev ji aliyê nifşên ciwan ve nayê zanîn, ev cara yekem e tê pêşandan. Divê huner paqij be, ji destwerdanên ji derve re girtî be. Hunermend li hemberî nîzama cîhanê deng dide… Piştî demekê nîzam têrê nake, mirov dixe tengasiyê… Li gor min huner berhema hunermend ya ku bêyî destwerdana yekê were hilberandin e. Kes nikare serdema xwe derbas bike. Serdema ku hunermend çêdike divê hê zûtir were hîskirin. Cîhan di hindirê hunermend de diteyîse û hunermend bi hemû hêza xwe bi xeyalî, sembolîk û metaforik bersiv dide. Em ji vê re dibêjin huner.“

Beden jî difikire û bertek nîşan dide

Nazan Azerî dide zanîn ku beden jî difikire û bi hunerê re bertekek ava dike û got; “Di erdnîgariyek wiha de, li cihek ku ewqas tundî li dijî jinan tê kirin, bedenê mirov jî bertek nîşan dide; ji ber beden jî difikire. Mînak em çawa dixwerin. Huner ji bi riya hunerê bertek nîşan dide. Di hindirê xwe de tê halê pirsekê, yan jî tê halê pêşniyarekê. Yan di hilberînê de xira dibe, weke lîstoka min ya bi bebekan re… ji xwe xirabûna nîzamê di çarçoveya hunerê de, nîzam xirabûn…”

Derbarê Nazan Azerî de

Nazan Azerî di sala 1975’an de ji fakulteya hiqûqa zanîngeha Stenbolê derçûye. Piştî demekê parêzertî kirî, di sala 1989’an de çû beşa wêne ya fakulteya hunerên ciwan ya zanîngeha Marmara. Di navbera salên 1994-1996’an de di Ensitituya zanista civakî ya zanîngeha Marmara de teza xwe ya master ya bi mijara ‘Wênesazên yekem yên jin yên di nava tevegrên rojavayî de’ xilas kir. Di navbera salên 1996-2000’an de bi teza bi navê ‘di hunerên dîtbarî de lîstoktî: Ronesas, dada- Surrealizm doktora xwe temam kir. Hûn dikarin li ser vê linkê http://www.nazanazeri.com.tr xwe bigihînin xebatên hunermend.  Z. PINAR EROL - JÎNHA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.