‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Tebax 2024 - 00:48

Bi çarçoveya xebatên meha tebaxê ya Jîn Art Hunera li semta Basmane ya navçeya Konak a Îzmîrê belgefilma “Li Kurdistanê mij û şev” hate nîşandan. 

Belgefilm li eywana konferansê ya Jîn Art Huner hate nîşandan. Tevî derhênera belgefilmê Şîlan Saadî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî nîşandana film bûn. 

Pişî nîşandana belgefilmê derhêner Şîlan Saadî spasiyên xwe ji temaşevanan kir û anî ziman ku ev bi vê nîşandanê gelek kêfxweş bûye. Saadî piştre pirs û nirxandinên temaşevanan guhdar kir.  

Belgefîim bi ser jiyana jinên piştî êrişa DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengelê pêk aniye û jinên neçarî koçî Tirkiyeyê kirine, disekine. Belgefim bal dikêşe ser xeyal, zehmetî û têkoşîna jinên li kampên Amed û Merdînê dijîn û riyên çareseriyê. 

Bernameya meha Tebaxê ya Jîn Artê ev e; 

17-18’ê Tebaxê: Stend-up a yek kesî ya Salih Yildizoz

24’ê Tebaxê: Konser

25’ê Tebaxê: Konsera Hunermend Tûran Şengul 

 31’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê: Lîstika şanoyê ya yek kesî ya Nazmî Karaman  

MA/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.