- Hostayê daran Fûrkan Demîrtaş ku ev 18 sal in bi keda destê xwe teşe dide daran, da zanîn ku ji ber ew gelekî girêdayî welatê xwe ye naxwaze biçe tu deran û got: “Ez dixwazim gelê me jî xwedî li me û karê me derbikeve.”
Hunera destan şaxek hunerê ye ku hobî û çalakiyên mirov bi destên xwe çêdike, di nava xwe de dihewîne. Dibe ku ev berhem ji bo mebestên keyfî an jî bazirganî be. Hin hunerên destan li ser rêûresmên ku bi sedsalan weke hunera gelêrî derbasdar in têne çêkirin. Li Kurdistanê jî hunera destan gelekî belav e û li hemû herêmên Kurdistanê mirov rastî hunera destan tê. Li herêma Bedlîsê jî hunera destan di nava gel de cihekî taybet digire û dewlemendiya herêmê nîşan dide.
Yek ji wan huneran hostatiya daran e ku xwezayiya Kurdan nîşan dide. Hostayê daran Fûrkan Demîrtaş (32) ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê atolyeyek vekiriye, ev 18 sal in hostatiya daran dike. Demîrtaş, berhemên weke tasên ji bo şekirê, guldank, berhemên ji bo xemilanda derdor hwd. çêdike û di atolyeya xwe de difiroşe. Hostatiya daran hêj di zaroktiyê de bala Demîrtaş dikişîne û bi xwestekeke mezin berheman diafirîne. Demîrtaş, behsa wan rojan kir û diyar kir ku ji ber vê yekê zarokatiya wî gelekî bikeyf derbas bûye.
Ji şagirtiyê ber bi hostetiyê ve
Demîrtaş, behsa çîroka xwe ya hostatiya daran kir û destnîşan kir ku di sala 2007’an de hostayek çûye mala wan û berdestkê hosta tine bûye. Demîrtaş, da zanîn ku wî jî berdestiya hosta kiriye û hosta ji bavê wî re gotiye “kurê te gelekî jêhatî ye”. Demîrtaş, da zanîn ku bavê wî jî piştî vê yekê ew şandiye ba hosta û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Bavê min ji hosta re got, ‘bibe ba xwe li senayiyê, bila fêrî kar bibe’. Wî çaxî ez hem diçûm lîseyê hem jî diçûm senayiyê û min wisa dest bi vî karî kir. Ez 5 salan di sanayiyê de xebitîm û pişt re di sala 2019’an de min li mala xwe atolyeyek biçûk vekir. Dû re min ev atolye mezinkir û derbasî cihekî berfirehtir bûm. Herî dawî jî min di sala 2021’an de Atolyeya Daran a Lotûsê weke firoşxaneyekê vekir. Ji bilî vê merengozxaneya min jî heye ku ez li wir berhemên xwe çêdikim û li firoşxaneyê jî didim pêşandan û difiroşim. Her wiha ji ber ku kûlîlka lotûsê di çiravan de di nava heriyê de şîn dibe û dişibe me, min ev nav li firoşxaneya xwe kir.”
Teşe dide qurmikên daran
Demîrtaş, derheqê çêkirina darên berhemên xwe pê çêdike de agahî da û destnîşan kir ku ew darên weke berû, gurgen û gûz bi kar tîne. Demîrtaş, got ku ew ji bo berhemên xwe qurmikên van daran dikire û behsa nexşandina qurmikê jî kir. Demîrtaş, anî ziman ku ew van qurmikan dipîve, teşe didê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gava karê teşedanê yê qurmikê diqede pêvajoya firinkirinê dest pê dike û qurmika teşedayî diçe firina hilmê. Qasî hefteyekê ev qurmik di firina hilmê de dimîne û ava bijehr ya darê tev di vê pêvajoyê de ji qurmikê derdikeve. Piştî ji firinê derdikeve qurmik hefteyekê bêhna xwe dide û dû re careke din tê pîvan. Ev qurmika ku careke din hat pîvan salek, du sal tê sekinandin da ku berhema jê tê çêkirin derz an jî xwar nebe. Piştî vê yekê ev qurmikên hatine sekinandin dibim xiratxaneya xwe û dikim berhem.”